Muzeyên ku bi berhemên xwe yên dîrokî tên zanîn, her dem bûne xwedî hişmendiyeke dîrokî. Dema em ji welatê xwe diçin welatekî din, li wî welatî kîjan şaristanî hebûne, kîjan bûyer li wir qewimîne, em bi rêya muzeyan pê dihesin. Dibe ku gelekan ji me British Museum bihîstibe. Li paytexta Îngilistanê Londonê ye û ji her dera cîhanê berhemên dîrokî ku serdemên cuda yên dîrokî temsîl dikin, lê hatine pêşandan.

Li gorî nûçeya Dîlan Almaz a di malpera IMPNewsê de hatiye weşandin, piştî ku di sedsala 19’emîn de eleqeya li hemberî berhemên dîrokî zêde bû, Îngilîzan dest avêt berhemên dîrokî yên Arfîkaya Bakur, Rojhilata Navîn, Kurdistan û Mezopotamyayê. Ev berhemên dîrokî jî çanda Asûr, Babîl, Pers, Mekedon, Komagene û hwd. temsîl dikin û niha li British Museumê tên pêşandan. Berhemên di van salan de hatine kirîn, wek diyarî hatine girtin û yên bi rêyên dijqanûnî hatine bidestxistin jî hene. Gelek berhem jî hene ku bi çi awayî hatine bidestxistin, aqûbeta wan ne diyar e. Koleksiyonên muzeyê ji 4 beşan pêk tê: Beşa berhemên serdema kevnare, beşa madalyon û sîkkeyan, beşa çap û xêzê, di roja meya îro de wek beşeke cuda jî beşa ‘Museum of Mankind’ (Muzeya Mirovahiyê) cih digire. 


Ji Mezopotamya ta Efrîqayê

Di beşa berhemên serdema antîk de, koleksiyonên cuda yên Rojhilat û Serdema Navîn, Îngilistana Qedîm, Misr, Asyaya Rojava û Yewnana Antîk digire nava xwe. Di nava berhemên navdar de, hiyeroglîfên Misrê yên wekî Kevirê Resetta, rolyefên Asuriyan ên ji qesrên Nînovayê yên Asûrbanîpal, frîzên Mausoleionê yên Bodrumê, Gora Sutton Hoo Gemî, peykerên ji bronz û diranên fîlan ên Efriqa jî hene. Dibe ku berhema herî watedar jî Textê Çekan e. Textê Çekan ê ku di beşa berhemên Afrîkayê de cih digire, berhema Cristóvão Estavão Canhavato ê mozambîkî ye. Canhavato di karên hunerî de navê Kester bi kar aniye, textê çekan ê em qala wî dikin, di sala 2001’an de ji hêla Canhavato ve hatiye çêkirin, di sala 2002’yan de firotine British Museumê. Dema mirov vê berhemê dibîne, dixwaze ku hemû çekên li ser rûyê cîhanê di karekî wiha de bên bikaranîn.


Ji bo kesên tên serdanê pergaleke baş 

Dema mirov muzeyê dibîne, gelekî bandorê li mirov dike. Stûnên wê yên bêhempa, çîrokên dîrokî yên mirovahiyê tîne hişê mirov û nava wê gelekî fireh e. Ketina muzeyê bê pere ye û ne mimkun e ku di rojekê de hemû cihê wê bi gerê biqede. Di muzeyê de cihên bêhnvedanê, cafe, restorant û pirtûkxaneya ku pirtûkên Karl Marx, Oscar Wilde, Mahatma Gandhi û Bernard Shaw jî tê de, hene. Ji her dera cîhanê mêvan tên serdana muzeyê û ji bo mêvanan rehberên elektronîk ên bi zimanên cuda hatine bicihkirin. Ji van zimanan hin ji wan wiha ne: Fransî, Îtalyanî, Elmanî, Îspanyolî, Japonî, Erebî, Çînî û zimanên Efrîqayî. Berhemên herî balkêş, ên Mezeopotamya û Anatolyayê ne, lê bi Kurdî û Tirkî rehbera elektronîk nehatiye danîn.

 

Ji her derê berhem anîne

BI hezaran berhem li vê muzexaneyê hatine pêşandan û hin berhem eleqeyeke mezin dibînin. Di nav van berheman de; Mûmyaya Pisîkê, Kevirê Rosetta, peykerê Nemrût, cesedê ku tê îdiakirin ê Fîrewn e, hiyeroglîfên asuriyan, pere û madalyon, Peykerê Grava Paskalyayê, Taharqa Sfenksi, Lindow Man, fîgurên kişika Lewis a 800 sal berê, Peykerê Ramsesê Duyemîn, bivirên ji Serdema Qeşayê mane… Hemû berhemên li vir, di kîjan salê de hatine û aîdê kîjan şaristaniyê ne, hemû bi nivîskî hatiye diyarkirin. Peykerên şêran ên ji Mûsilê anîne, aîdê salên 883-859 ên berî zayînê ye. Ev peyker hêj wekî roja destpêkê bi hemû îhtîşama xwe wê dîrokê temsîl dikin. Dema hûn dikevin hundir, çavê we bi fîgurên Zerdeşt dikeve. Yek ji odeyên ku herî zêde balê dikişîne, odeya berhemên Mezopotamyayê ye. Dema ku mirov dikeve wê odeyê, pirsa ‘ev berhem heta vir çawa anîne?’ di hişê mirov de çêdibe. Ev berhemên ku em qala wan dikin, ne berhemên wisa bîblo ne, bîrdarî û lahîtên gelek mezin in ku veguhastina wan gelekî zehmet e.


Xwediyê van berheman kî ne?

Dema em di vê çarçoveyê de lê binêrin, civakek ji dîroka xwe hatiye qetandin. Jixwe civakên li Rojhilata Navîn girîngiyê zêde nadin berhemên dîrokî. Bi vê ve girêdayî, rayedar cihê ku berê civakê bidin muzeyan, bi giştî berê wan didin çanda populer û wan ji pêşeroja wan qut dikin. Lê tiştekî din; gelo cihê van berheman ev der e? 


 ROJEVAMEDYA