
Şaredarê bajarokê Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala, Semîr Mehmednûr diyar kir ku ji bo parastina berhemên dîrokî daxwaz ji Rêveberiya Şûnewarî ya Diyala kirine da ku li Xaneqînê navendekê ava bikin, lê heta niha ew daxwaza wan bi cih nehatiye.
Şûnewarên dîrokî li bajarokê Xaneqînê ji ber xemsariya rayedaran tine dibin. Der barê mijarê de yek ji dîrokzanên Xaneqînê, Sebah Mihyedîn Zehawî got; "Me gelek caran gotiye ku divê cihên dîrokî û berhemên wê werin parastin. Ji bo ku ji holê neyên rakirin. Lê mixabin, cihên dîrokî hêdî hêdî tine dibin. Peyama me her tim ji bo parastina cihên dîrokî û berhemên şaristaniyetê yên Xaneqînê bûye."
Sebah Mihyedîn Zehawî di dewama axaftina xwe de dibêje; "Mala Dayêzade heye, cihekî kevnar e, di salên 1853-1860’an de bi pira Xaneqînê re hatiye çêkirin. Ev dever bûye mîrateyeke binemala Day Zade û ji bo xwediyê wê jî ne girîng e ku nûjen bike. Yan ji ber firotina wê ye. Her çend ku yek ji xwediyên wê, Ekrem Şikûrdayî Zade çendîn caran ji aliyê hikûmetê re gotiye, xanî bikin mûzexane, yan ji maleke çandî, lê qet aliyekî ev daxwaz bi cih neanî."
Kes guh nade daxwazên Xaneqînê
Şaredarê Xaneqînê, Semîr Mehmed Nûr diyar kir ku li Xaneqînê cihên dîrokî û berhemên dîrokî pirr in û got; "Ji bo parastina wan weke şaredariya Xaneqîn me çendîn caran bi rêya daxwaznameyan ji Waliyê Diyala û Rêveberiya Şûnewarî ya Diyala xwestiye ku navendekê ji bo parastina berhemên dîrokî vekin. Lê mixabin giringî bi daxwaza me nedan."
Semîr Mehmednûr di dewama axaftina xwe de got; "Demekê sînemaya Nesrîman hebû. Lê mixabin ji aliyê hinek kesên xêr-nexwaz ve hate rûxandin. Niha jî kirine garaj, her çend ku Xaneqînê pêwîstî bi gerajê nîne jî.
Pêwîst e em van cihên dîrokî biparêzin.
Semîr Mehmed Nûr herî dawî wiha peyivî "Me çendîn caran daxwaz kiriye ku cihên dîrokî bên diyar kirin û bên parastin. Weke şaredariya Xaneqînê me herêma Kelat kir cihekî geştiyariyê. Di rojên cejnan û betlaneyan de xelkê Xaneqînê diçinê. Ji bo nûkirina Pira Xaneqînê jî sala 2004'an me gava yekem avêt. Me çend caran daxwaz kiriye ku binê pirê jî bê nûjen kirin. Lê kesekî daxwazên me bi cih neanîn. Gelek cihên dîrokî hene, em dixwazin nûjen bikin."
ZEYNEB ERKAWAZÎ / ROJNEWS / DIYALA