Li bajarê Bakurê Sûriyê Tebqayê, piştî rizgarkirina bajêr a beriya bi du salan ev cara yekê ye ku konferansa jinan bi rê ve çû. Di Konferansê de rêveberiya Meclisa Jinan a Bajêr hat hilbijartin û peyama, azadiya jinê ya mirovahiyê ye, hat dayîn.
Yekemîn konferansa jinên Tebqayê bi dirûşma “Têkoşîna jinan ji bo azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye” dest pê kir. Gelek şande ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de Berdevka Meclisên Jinên Sûriyê Lîna Beraket li ser rola jinên Tebqayê got, “Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinên Tebqayê berhemên şoreşa xwe bi dest xistin.”
Konferansa jinên Tebqayê doh danê sibê dest pê kir. Konferans li Akademiya Şehîd Xalid Elêwî hat lidarxistin. Bi sedan jinên Tebqayê, şandeyên ji rêxistin û tevgerên jinan ji tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat jî beşdarî konferansê bûn.
Azadiya jinê ya mirovahiyê ye
Konferans bi dirûşma “Têkoşîna jinan ji bo azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye” dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Emîne Ebdullrezaq di konferansê deaxivî û xêrhatina beşdaran kir. Emîne îşaret bi rola sereke ya jinan kir li herêmên herî dawî ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Emîne her wiha di axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê jin ji mafên xwe di jiyanê de mehrûm hiştibûn, “Îro jî li hember derbên giran ji şervanên QSD`ê li baregeha wan a dawî li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçin.”
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê axaftin hatin kirin.
Guhertinên fikrî ji bo azadiyê
Di konferansê de berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di xaftina xwe de got, “Beriya demekê ev tirs, hevalê jinên Sûriyê bû, ev yek jî dibû asteng di pêşketina wê û civakê de. Ji ber ku hişmendiya baviksalar ji jinên civaka Sûriyê re qada azadiyê nehiştibû ku bikare nêrînên xwe bibêje, cureyên bendan pirr bûn û herî dawî jî DAIŞ`ê jî bi terora xwe rûmet û mafên jinan ên mayî bi dest xistin.”
Lîna Berekat li ser rola jinên Tebqayê û serketinên wan jî got: “Piştî du salan ji rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinan karibû mafên xwe di jiyanê de îsbat bikin û têgehên li ser jinan di mêjiyê civakê de hatine çandin, biguherînin. Jinan saziyên xwe ava kirin, tê de guhertinên fikrî ji bo rizgarkirina jinan ava kirin, vê yekê jî guhertineke di mêjiyê jinan bi xwe de çêkir.”
Rêveberiya nû hat hilbijartin
Lîna Berekat li ser rola jinên li Sûriyê axivî û teqez kir ku ev yek cihê serbilindiyê ye, ji ber ku jinan di qada siyasî, eskerî, civakî, aborî û çandî de serketin ava kirin.
Di konferansê de xebatên jinan li Tebqayê bi rêya belgefilmekê hatin nîşandan, her wiha xebatên Rêveberiya Jinan li Tebqayê jî hatin nirxandin. Di heman demê de, rêziknameya jinan hat xwendin û nirxandin. Paşê, 7 jin wek Rêveberiya Jinan a Tebqayê hatin hilbijartin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji wê demê ve ku bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, ev cara pêşî ye ku konferansa jinan lê tê lidarxistin.
ANHA / TEBQA