NEJBÎR OSMAN/AZAD SEFO
ANHA/REQA
Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên Reqayê veguheztibûn navendên xwe yên leşkerî û zarokên Reqayê ji xwendinê mehrûm kiribûn lê niha navenda perwerdeyê hewl dide xebatên xwe yên ji bo sala nû ya xwendinê bi dawî bike.
Piştî ku şervanên QSD`ê Reqa rizgar kir Komîteya Fêrkirine û Perwerde ya Meclîsa Reqayê hat avakirin û komîteyê dest bi kar kir.
Komîteyê destpêke mamoste kom kirin û bi alîkariya rêxistinên rakirina mayînan dibistan ji mayînan paqij kirin. Li ser tamîrkirinê re demeke dirêj derbas nebû, êdî komîteyê dest bi vekirina dibistanan kir.
Niha hejmara dibistanên ku li herêma Reqayê û gundewarên wê hatine vekirin 232 dibistanin û 2 hezar û 664 mamoste û ji 125 hezar şagirtî niha 70 hezar şagirt dixwînin.
Ji dêvla mayînan maseyên xwendinê
Li bajarê Reqayê jî ji 65 dibistan 23 hatine temîrkirin û vekirin, 28 dibistan ji hinek deveran hatine rûxandin û 5 dibistan jî bi temamî hatine rûxandin. Jixwe hemû dibistanên Reqayê û gundewarên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn mayînkirin. Komîteya Fêrkirinê û Perwerdeyê bi alîkariya grûpên rakirina mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê 25 dibistan ji mayînan paqij kirin.
4 hezar mamoste
Di destpêka vekirina dibistanan de şagirt ji ber ku kursî û mase tine bûn li erdê dirûniştin, êdî bi alîkariya hinek rêxistinan dibistan hatin temîrkirin, kursî û masa anîn û zivistanê jî sobe hatin danîn.
Her wiha Komîteya Fêrkirine û Perwerde demsala havîn dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan organîze kirin. Niha hejmara mamoste gihîştiye 4 hezarî. Ji bo perwerdeya îdeolojîk jî Komîteya Fêrkirine û Meclîsên herêmî dewreyên perwerdeyê ku 20 rojan didome ji bo mamosteyan vedikin.
Bi erka xwe rabin
Hevserokê Navenda Perwerde Elî Şenan têkildarî rewşa xwendinê li Reqayê got:˝Rewşa xwendinê li Reqayê hinekî baş bûye û niha amadekariya sala nû ya xwendinê tê kirin. Divê hinek dibistanên dîtir werin vekirin û dê hejmara şagirtan ji sala berê zêdetir be˝.
Şenan di nava axaftinên xwe de bang li şêniyên herêma Reqayê û rêxistinan kir ku ji bo xwendinê erka ji wan tê xwestin pêk bînin.