Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê (KESK, DÎSK, TTB, TMMOB) li ser berxwedana Leyla Guven ku ev 66 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li Şaxê Hejmara 2’an a DÎSK/Genel Îşê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Divê gavên pêwîst bên avêtin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest, daxwazên Leyla Guven û hepsyên din ên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê werin qebûlkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platformê Selvî Ok ve hat xwendin.Ok got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêşî li diyalogê vebe. Lazîme daxwazên civakê, Birêz Leyla Guven û hepsyan bi cih werin anîn. Berî ku dereng bimîne, ji bo diyalog û çareseriyê divê gavên pêwîst bên avêtin.”
Ok encamên grevên birçîbûnê yên berê bi bîr xist û got,Rewşa tenduristiyê ya Guven di asta krîtîk de ye û çalakiyên grevên birçîbûnê her ku diçe belav dibe.Doktorên ji tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê berpirsyar in lazime, ku li gorî Danezana Maltayê tevbigerin.
Hevberdevka Platformê Selvî Ok, ji Odeyên Tabîban û parêzvanên mafên mirovan xwest ku biçin serdana hepsên greva birçîbûnê lê hene.
AMED