Kurdistanwarê jiyan û hilberîna xwezayî ye. Di afirandin û pêşxistina jiyan û hilberîna xwezahî de keda jinên Kurd mezin e. Jinên Kurd ên ku bi hilberîna xwe ya xwezayî pêşengiya civaka resen dikin gelek amûrên xwezayî hiberandine. Jinên Kurd ên ku çavkaniya jiyanê hem ji bo debara malbata xwe hem jî ji bo din av mala xwe de bi kar bînin ji hiriyê mihan berik û xalîçeyan jî çekirine. Berikên ku jinên Kurd bi salan û kedeke mezin hilberandine û debara xwe pêkirine bi destên xwe jiyana xwe li ser wan nexşandine û teşe danê.
Di çêkirina berikên jinên Kurd e gelek çîrok jî hene. Yek ji van çîrokan jî çîroka berika dayika Salih Esen e. Dayika Esen 51 sal berê di sala 1964’an de li gundê Fêra yê bi ser navçeyan Farqîna Amedê berikeke ji hiriyê çêdike, rengên ji kokê gihayan didê û nav û rojbûna kurê xwe Salih li ser berikê dinexşîne. Berika dîrokî ya ku 51 sal berê navê Esen û rojbûna wî lê hatiye nexşandin dirêjiya wê 3 metre û 40 santim e û firehiya wê jî 1metre û 40 santim e. Esen der barê çîroka berikê û keda dayika xwe de axivî û agahî dan.
Dayika xwe bibîr tînim
Esen diyar kir ku dayika wî gelek berikan çêkirine û ev tişt anî ziman: “Dayika min bi çêkirina berikan re her tim eleqedar bûye. Sala ku ez ji dayika bûme bapîrê min ji dayika min re dibije û dayika min jî nav û sala ji dayikbûna min li ser berikê dinexşîne. Dayika min ji ber ku ez hîna biçûk bûme jiyana xwe ji dest daye nayê bîra min lê kesên ku dayika min dîtine dibêjin dayika min di karê çêkirina berikan de pir şareza û serkeftî bûye.” Esen bi lêv kir ku rengên li ser berikên rengên xwezahî ne û ji kokê gihayan hatine girtin. Esen got ku ew bi dîtina berikê dayika xwe bi bîr tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji zaroktiya xwe ve ez vê berikê diparêzim. Dema mirov li berikê dinêre jiyana wê demê tê de dibîne.”