Di destpêka civîna ku ji aliyê meclîsa Jinên Kurd ên Ermenîstanê ve hate lidarxistin, tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, her wiha operasyonên siyasî û leşkerî li himber gelê kurd û tevgera azadiya gelê kurd tê meşandin bi tundî hatin şemazarkirin. Her wiha di gerîlayên ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan jî hatin bîranîn.
Jinên ku tevlî civînê bûn êşa ku îro gelê Wanê di encama erdhêja dikişîne parvekirin û destpêkê sersaxî ji bo gelê Kurd, taybetî ji bo gelê Wanê xwestin û gotin “êşa wan êşa me ye.”
Civîna ku posterên Rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan, Gulnaz Karataş û posterên di van rojên dawî de şervanên azadiyê di encama topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane hate hildan.

Li Mexmûrê bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan 20’emîn salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hevî) bi merasimeke girseyî hate bibîranîn. Di merasîmê de endama Meclîsa Îştarê Rewşen Ehmed axivî û got: “Sedema kombûna me ya li vê derê ev e ku em hemû şehîdên di meha cotmehê bi bîr tînin û di kesayeta Hevala Bêrîtan, Çîçek Botan, Rûstem Cûdî, Elîşer Koçgirî û hemû şehîdên şoreşê careke din bi bîr tînin” Emmed, anî ziman ku di 20’emin salvegera şehadeta Bêrîtan de, dibêjin Bêrîtan jineke leheng e û wiha got: “Bêguman lehengên weke Heval Bêrîtan, Heval Rûstem Cûdî, Çiçek Botan, Elîşêr Koçgirî û gelek têkoşerên din ji bo têkoşîna gelê Kurd canê xwe feda dikin.


 ÊRÎVAN/MEXMÛR