Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Welat li Dirbesiyê ji dayîk bû, di şerê li Kerkûkê de yê li dijî DAIŞ’ê bi qernasa xwe hate naskirin û bi roleke girîng rabû. Gerîla Berîvan Welat li Bakurê Kurdistanê ji ber êrişeke hewayî şehîd bû.
RÊBAZ HESEN / ANF / KERKÛK
Çeteyên DAIŞ’ê şeva 26’ê Cotmeha 2016’an ji çeperên şer bi dizî ketin nava bajarê Kerkûkê û saet 3’yê şevê li hemû cihên Kerkûkê dengê guleyan bilind bûbû. Nûçegihanên me jî wê demê li Kerkûkê bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi dizî ketibûn nava hotela Kerkûk û bazara Mecidiye ya navenda bajêr ku dikeve beramberî Keleha Kerkûkê. Nûçegihanên me wê demê nêzîkî cihê bûyerê bûn û weke yekem tîma rojnamevanan xwe gihandin cihê bûyerê. Dema me ji polîsan pirsî, çi bûye, wan got; ‘Hejmarekî zêde çeteyên DAÎŞ’ê hatine nav Kerkûkê, li vir jî hene lê em nizanin li kû ne, lê dengê guleyan tê û bi qernasê çend kes şehîd xistine.’ Di wê demê de me daxwaz kir ku rê nîşan bidin ji bo biçin ser Keleha Kerkûkê ku cihekî bilind e, her cihê Kerkûkê diyar dibe. Ji me re gotin; ‘agahdar bin ji ber DAÎŞ bi qernasan guleyan berdide.’
Heval bi xêr hatin
Li hemû cihên Kerkûkê dengê guleyan dihate bihîstin. Dihate ragihandin ku DAÎŞ’ê taxa Îsrameqfûdîn, Hey Wastî, Hey Eskerî û çend taxên din girtiye. Ev jî li Kerkûkê di nava welatiyan de metirsiyek mezin çêkir, welatiyan dema zanîn ku bi hêzên ewlehiyê ev rewş nayê kontrol kirin weke erkekî xweprastinê hemûyan dest avêt çêkan û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Wê demê me hotela bazara Mecdyeman dişopand ku DAÎŞ’ê xwe tê de bicih kiribû û gelek sekvanên xwe lê bi cih kiribûn. Mixabin gelek kesên dildar bi êrîşên qernasê şehîd û birîndar bûn. Bi vî awayî heta sibehê şerê li herêmê dewam kir. Wê demê hêzên gerîla (HPG-YJA/Star) li çeperên şerê Kerkûkê bûn. Saet derdora 8’an hêzên gerîla gihiştin nav bajarê Kerkûkê, dema ku gel hêzên gerîla dîtin, bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Her kesê li cihê xwe qîr dikirin û digotin ‘Heval xêr hatin’, ‘bijî PKK’, ‘bijî gerîla’.
Koma gerîla ya ji 3 kesan
Hêzên gerîla belavî Kerkûkê bûn ku ji bo şerê kolan bi kolan li dijî DAÎŞ’ê bikin. Tîmeke gerîla berê xwe da Qelaya Kerkûkê ku cihekî stratejîk bû û serweriyê li ser hemû bazara mecidiye û ew hotela ku çeteyên DAÎŞ’ê lê bûn, hebû. Tîma gerîla ji 3 gerîlayan pêk dihat ku yek ji wan gerilaya jin Bêrîtan Welat (Habîbe Mansûr) bû. Bêrîtan di temenekî ciwan de bû û ji xelkê Rojavayê Kurdistanê bû. Gelek pêşmerge û dildar li ser Qelaya Kerkûkê kom bûn, dema ku dîtin gerîlayên HPG/YJA Star hatin ku di nava wan de gerîlayek jin hebû hêzek mezin standin. Gerîla Berîtan Welat di nava 100 mêran de diyar bû. Mêrên ku dîtin gerîlayak jin bi çeka xwe li çepera şer e, hê zêdetir hêz standin û serbilind bûn.
Yek guleya xwe vala bernedida
Gerîla Bêrîtan Welat bi coşeke mezin û dilekî germ hate pêşwazîkirin. Bêrîtan ji bo ku baş li dijmin bide li cihekî guncav digeriya. Em jî weke nûçegihanên ANF’ê li gel bûn, ji bo amadekirina rapora li ser bajarê Kerkûkê me dîmen û wêne girtin. Pir bi ecele min xwest dema gule berdanê tomar bikim û dîmen bikêşim, lê ew gelek bi sebir bu ku yek guleyek jî vala nediavêt, heta ku hedefa xwe nedîtiba. Bi vî awayî şer dewam kir heta êvarê ku dawî li wan çeteyên ku bi dizî ketine nava bajarê Kerkûkê hat.
Ji bo şerê li dijî dagirkeran
HPG’ê têkildarî gerîla Berîtan Welat ev agahî dan; “Hevrê Bêrîtan ku 1996’an li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, li nava civateke welatparêz hatiye dinê. Hevrê Bêrîtan, ji bo li dijî dagirkeran şer li Kurdistanê bike, tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bû, ji roja ku tevlî nav gerîla bû ve, bi daxwazeke mezin xwe tevî nav xebatan kir. Hevrê Bêrîtan ku xwedî armancên mezin bû, tim xwe bi pêş xist û peywirên demê yên ku ketin ser milê wê bi awayekî herî baş bi cih anî. Hevrê Bêrîtan ku li bara jiyanê û derdora xwe xwedî berpirsyariyeke mezin bû, bi helwesta xwe kir ku hemû hevrêyên wê hez jê bikin. Hevrê Bêrîtan ku bi aktivî tevlî şerê li dijî desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst bû, heta kêliya dawî jî, bêyî ku li bara dijmin ji ya xwe were xwarê bû hevrêyeke me ya leheng.”
HPG´ê nasnameya gerîlaya YJA Starê wiha eşkere kir; Berîtan Welat (Habîbe Mansûr) a li Dirbesiyê ji dayikbûyî, 7’ê Nîsana 2019’an li Besta di encama êrişa hewayî de şehîd bû.