Hema li bakurê paytexta Meksîkayê Meksîko Cityê, li erdên balefirgeha bajêr, skeletên 60 mamûtî hatin dîtin. Pêşî lêkolînerên Înstîtuya Antropolojî û Dîrokê ya Neteweyî ya Meksîkayê (INAH) nêzî deverê 2 xefkên ji bo girtina mamûtan dîtin, gava ku haziriyên berfirehkirina balefirgehê dihatin kirin. Axir li deverê piştî kolanên arkeolojîk fosîlên bêhtirî 60 mamûtî hatin dîtin. Li ser hin hestûyan şûna qesabiyê jî hat dîtin ku îsbat dikin, mirovan bera mamûtan dida, ew ber bi çalên kolayî ve diajotin û piştre jî bi derbên riman û sîlehên din, ew mamût dikuştin. Li gorî lêkolînan beriya bi qederê 15 hezar salan nêçîra van mamûtan hatiye kirin.
MEKSÎKO