Piştî qeyûm tayînî cihê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hat kirin û bi sucdariya “endamê rêxistinê ye” hat girtin, ji Girtîgeha Hêjmara 9 a Sîlîvriyê ji dîhaberê re peyamek taybet şand. Turk, anî ziman ku moralê wî baş e û hemû barê wî Hevşardarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya girtiye ser xwe û wiha got: “Girtina me biryarek siyasî ye. Ji xwe diyar bû ku wisa ye. Beriya biryara girtina me bê dayîn dê em li kîjan girtîgena bimînin û dê me çawa bibin hatibû dayîn. Cih û cihê me yê di balefirê de hatibû amadekirin.

Em siyasetmedar ne tenê ji bo gelê Kurd têdikoşîn, em ji bo hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin têdikoşin. 


STENBOL