SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê bal kişandin ser girîngiya pêkanîna kongreya neteweyî û wan diyar kir ku tenê bi kongreya neteweyî, pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê wê werin çareserkirin. Zerdeştiyan destnîşan kirin ku ji bo Efrîneke din çênebe, pêwîst e Kurd yekîtiya xwe ava bikin.
Derbarê girîngiya kongreya neteweyî de Zerdeştiyên li Herêma Kurdistanê ji me re axivîn. Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê, Awat Zerdeştî bal kişand ser siyaseta welatên ku Kurdistan parçe kirene û got, “Ji bilî kuştin, bidarvekirin, komkujî, firotina jinên ciwan û gelek bûyerên din ti berhemeke din ya van welatan nîne. Ji bo vê, êdî dema danîna sînorekî li hemberî van kiryaran hatiye. Pêwîst e ku aliyên siyasî berjewendiyên gel deynin pêşiya xwe. Bêdengî û yeknebûna aliyên siyasî ne tenê kongreya neteweyî bi paş dixe, ew ê bibe sedemê Efrîneke din.
Nexasim hebûna Îran û êrişên artêşa Tirk yên bi hêceta PKK’ê gelek metirsî ne. Armanca sereke ya van êrişan axa Kurdan e. Ji bo vê, ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim da ku berjewendiyê gel û axê li ber çavan bigire.”
Yekîtî dermanê pirsgirêkan e
Asrewan Qadrok ê li Perestgeha Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê jî li ser heman mijarê got, “Di roja me ya îro de, yekîtiya neteweyî çareseriya hemû pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê Kurd bi wêrekî li gel hev rûnin da ku yekîtiya xwe biparêzin. Pêwîst e ku hemû alî di nava Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) de cihê xwe bigirin. Li gorî me yekitiya gelê Kurd gelek nêzîk e. Dijmin dixwaze careke din me parçe parçe bike, ji bo vê jî pêwîst e ku yekîtî were avakirin.”
Rêya Kurdan yek e
Zerdeştiyê bi navê Îsma Nurî bixwe, got, “Divê ya ku dijmin bi serê Efrînê de anî, bibe ezmûnek û em hemû bibin yek. Ji ber ku nêzîkbûna hêzan, tê wateya têkoşîna li dijî êrişan.”
Îsma Nurî bang li Kurdan kir da ku yekîtiya xwe ava bikin, “Ji ber ku rêya hemû Kurdan yek e. Hemû cîhan nirxê Kurdan dizane, ji bo vê pêwîst e Kurd nirxê xwe biparêzin.”