Erkoçak ê ku ev demeke dirêj e ji ber pençeşêra ciger li nexweşxaneyê tê dermankirin, dibêje, “Ev erka min e, lewma dibe ku ev hilbijartin beriya felaketê, rêya xilasiyê ya dawiyê be.”
FEHMÎ KATAR / BERLÎN
Yek ji bajarên ku ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê li derveyî Tirkiyeyê herî zêde hilbijêr lê qeydkirî ne, paytexta Elmanyayê Berlîn e. Li Berlînê heta doh hejmara kesên çûyî ser sindoqê tenê 22 hezar 361 bû. Hedefa HDP´ê li bajêr 20 hezar deng in. Çav li rê ye dawiya hefteyê bi hezaran hilbijêr dawiya hefteyê biçe û dengê xwe li konsolosxaneyê bi kar bîne.
HDP´ê di hilbijartinên 1´ê Çiriya Paşîn a 2015´an de 10 hezar deng wergirtibûn û armanca wê niha ew e ku vê hejmarê du caran li berê zêde bike û bike 20 hezar. HDP wê heta roja 19´ê Hezîranê ku dawî li dengdana derveyî Tirkiyeyê tê, ji 6 navçeyên Berlînê ku hejmara hilbijêran li wan zêde ye, her serê saetê maşînan rake da ku hilbijêran bibe ser sindoqan.
Muşahidên li navnîşana dengdanê ango Heerstraße 21´ê dibêjin, muhtemel e ku rêza xurtiya partiya li Berlînê biguhere, ji ber ku hem kêmtir deng tên bikaranîn, hem jî pirraniya hilbijêrên heta niha dengdayî, yên AKP´ê ne. Lê muşahid her wiha lê zêde dikin ku hilbijêrên AKP´ê bê moral û daxwaz in, lê kela canê hilbijêrên din rabûye; ji ber vê jî AKP bi rêbazên cihê û bi dek û dolaban hewl dide hilbijêran bibe ser sindoqan.
AKP dengan li mizgeftan dikire
Ji ber ku daxwaza dengdanê ya hilbijêrên AKP´ê kêm bûye, AKP dest diavêje rê û rêbazên cihê. Ew nexasim jî ji bo îqnakirina hilbijêran li mizgeftan gelekî çalak e. Li aliyê din ew îddîa hene ku dibêjin, ew hilbijêrê îsbat bike ku dengê xwe daye AKP´ê 100 euroyî distîne. Muşahidê HDP´ê Veli Alkan got, di sindoqa wê lê muşahidî dikir, di nava 3 saetan de wan 4 kesên deng dayî AKP´ê û wêne girtî, di ser sûc de zeft kirine, û bi wan wêne dane jêbirin. Alkan wekî din got, yekî ji van kesan li xwe mikur hatiye ku AKP´yî wê beramberî nîşandana wêneyî de wê 100 euro bidana wî.
Alkan got, qedexe ye ku hilbijêr bi telefonên destan bikevin nava kabîna dengdanê; lê kesên ku dengê xwe firotine yan bi di telefonan tên yekê teslîm dikin, yan jî dibêjin, telefon bi wan re nîne û hewl didin wêneyê pûsûlayên dengdanê yên wan dayî bigirin.
Em ê nehêlin Tayyip bibe serok
Ji ber ku destûr nebû weke nûçegihanên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê em li hundirê cihê dengdayînê çavdêriyan bikin, em li ber cihê dengdayînê bi hin hilbijêran re peyivin ku çavdêriyên muşahidan piştrast kirin.
Herçî hilbijêrên HDP û CHP´ê ne, daxwaza wan heye, û morala wan bilind e, yên AKP´ê bi xwe, bê moral in. Yek ji hilbijêrên dengê xwe li konsolosxaneyê da jî Kamber Erkoçak e. Erkoçak ê ku ev demeke dirêj e ji ber pençeşêra ciger li nexweşxaneyê tê dermankirin, dibêje, “Ev erka min e, lewma dibe ku ev hilbijartin beriya felaketê, rêya xilasiyê ya dawiyê be. Selahattin Demirtaş beriya hilbijartinên 7´ê Hezîranê gotibû, yek HDP´yî bi tenê jî bimîne, li binê vî ezmanî, em ê nehêlin ku tu bibî serok. Bi ruhî ez hatim û min dengê xwe da. Tayyip wê nebe serok.”
Erkoçak wekî din got, ew gelek CHP´yiyan nas dike ku di van hilbijartinan de wê dengê xwe bidin HDP´ê da ku HDP li bendê nealiqe û parlamenterên wê ji AKP´ê re neçin. Erkoçak wekî din bi hêvî ye ku HDP di asta ku bibe surprîzek, dengê zêde bistîne.
Navnîşanên maşîn jê radibin
Li Berlînê navnîşanên ku HDP serê saetê ji wan maşînan radike ji bo ku hilbijêran bibe ser sindoqan jî ev in:
Kreuzberg: Pêşiya dikana Simitchi - Adalbertstr. 97, 10999 Berlîn
Neukolln: Mizgefta Mezopotamya - Silbersteinstr. 52, 12051 Berlîn
Wedding: Mizgefta Ibrahîm Xelîl - Müllerstr.13, 13353 Berlîn
Reinickendorf: Nav-Dem - Residenzstr. 54, 13409 Berlîn
Schöneberg: Li pêşiya PallasT - Pallasstr. 35, 10781 Berlîn
Spandau: Cafe Azad - Neuendorfer Str. 76, 13585 Berlîn