‘Berlinale’ bi ‘Django’yê dest pê dike

Haberleri —

Festîvala Fîlma a Navneteweyî ya Berlînê ‘Berlînale’ îsal 67’emîn car deriyên xwe vedike. Festîval 9’ê meha Sibatê bi nîşandayîna filmê derhenêr Etienne Comar ê bi navê “Django” dest pê dike.

Festîvala ‘Berlînale’ ku her par 500 hezar kes wekî temaşekar tevlî bûbûn û mêvandariya ji dehan welatan gellek filman kiribû, wê 9´ê Sibatê dest bike û heya 19”ê Sibatê dewam bike. Festîval bi nîşandana filma “Django” dest pê dike ku Etienne Comar senarîst û produktor e û yekem car derhêneriya fîlmekî dike. Bi fîlmê “Django” dest bi derhêneriyê kir û fîlm di Berlînale de ji bo “Hirça Zêrîn” di pêşbaziyê de ye. “Django” li ser jiyana muzîkarê cazê yê Fransî Django Reinhardt hatiye kişandin. Django Reinhardt avakarê cureyekî muzîkê ye ku navê ‘Gypsy-Swing’ lê kirine û di heman demê de avakarê muzîka cazê ya Ewrûpayê ye.

Dîrektorê  Berlînale Dieter Kosslick li ser fîlmê wisa dibêje: “Fîlm jiyana çalak a Django û çîroka wî ya li jiyanê mayînê bi awayekî herîkbar vedibêje. Her di bin tehdîdê de mayîn, rev û zilma li malbata wî hatiye kirin jî nekariya wî ji muzîkê veqetîne.”

11 film dikevin pêşbaziyê

Di Berlînale de îsal 11 fîlm ji bo xelata Hirça Zêrîn dikevin pêşbaziyê ku Serokatiya Juriyê derhênerê hollandî Paul Verhoeven (derhênerê fîlmên wekî “Basis Instinct”, “Total Recall) dike.

Yek ji fîlmê ketine dû Hirça Zêrîn “Django” ye û reqîbên fîlm ên xurt jî hene. Mînak derhênerên navdar Aki Kaurismaeki, Agnieszka Holland û Sally Potter bi fîlmên xwe dikevin pêşbaziyê.

Berlînale wê 19’ê mehê bi xelatdayînê bi dawî bibe. 


 BERLÎN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.