NILGUN YELPAZE / BERLÎN
Festîvala Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) 20’ê Sibatê êvarêî li Berlinale Palastê dest pê kir. Di destpêka festîvalê de Musteşara Federal a Çandê Monika Grutters, şaredarê Berlînê Michael Muller û rêveberên festîvalê yê nû Mariette Rissenbeek û Carlo Chatrian, tevî gelek siyasetvan û sînemavanan amade bûn. Aktor Samuel Finzi pêşkêşvaniya destpêka festîvalê kir, û ev cara yekê ye ku wî ev kir.
Berlinaleyê bi rêzgirtina ji bo kesên di komkujiya nijadperest a li Hanauyê de jiyana xwe ji dest dayî, dest pê kir. Di danezana piştî rêzfgirtinê de hat got, festîval li dijî nijadperestiyê û şidetê ye.
Piştî merasîma destpêkê, filma derhênerê Kanadayî-Îrlandî Philippe Falardeau yê bi navê “My Salinger Year” hat nîşadan. Paşê ji koma çêkerên filmê Sigourney Weaver, Margaret Qualley, Douglas Booth, Yanic Truesdale, Xiao Sun, Brían F. O’Byrne, Hamza Haq, Joanna Rakoff, Luc Déry, Kim McCraw û Ruth Coady derketin ser dikê. Di çalakiyê de endamên juriyê jî amade bûn.
My Salinger Year, behsa jiyana jineke ciwan dike; ew li New Yorka salên 90ʼî ye, li weşanxaneyan kar dike û xewn û xeyala wê ew e bibe nivîskar. Di filmê de zehmetiyên li ber nivîskarên jin ên ciwan, cinsiyetparêziya li dijî wan û ka nivîskarên mêr ên ciwan çawa bêhtir meydanê peyda dikin, di peywenda New Yorka hingê de tên nîşandan.
Film ji romana Joanna Rakoff a bi heman navî hatiye wergirtin. Ji bo ku bide dûv xewn û xeyalên xwe, film peyama divê mirov dev ji hin tiştan berde û berê xwe bide rêya xeyalên xwe û film di vî warî de dibe ku îlhamê bide jinên ciwan. Di filmê de ji bo dildarên wêjeyê jî çend surprîz hene. Di filmê de heyraniya qehremana filmê ji bo nivîskar J. Salinger di filmê de ji wan nuqteyan e ku kela canê mirov radike.
Filma My Salinger Year, xwedî performanseke navîn e, em bibînin ka filmên din ên festîvalê wê çawa bin.