Berlinale ya îsal a 69´an bi slogan “Warê taybet polîtîk e” tê lidarxistin. Di bernemaya wê de filmên 98 derhênerên jin hene. Filmên 7 jinan jî ji bo xelata mezin a festîvalê di pişbirkê de ne.

ALÎ GULER / BERLÎN

Festîvala Filman a Navneteweyî a Berlîn ê (Berlinale) cara 69´an deriyê xwe ji bo  dilêdarên sînemayê vedike. Li Festivalê îsal ji 74 welatan 400 film tên nîşandan. Ji van 17 jî ji bo xelata mezin a festîvalê ya bi nave “Hirça Zêrîn” wê bidin ber hev, qayîşê bikişînin. Slogana îsal a festîvalê jî “Warê taybet polîtîk e” ye.

Festîvala Filman Navneteweyî a Berlin yan jî bi navê xwe yê din, Berlinale. di navbera 7 û 17´ê Sibatê de li paytexta Elmanyayê Berlînê tê lidarxistin. Berlinale di cihana sinemayê de xwedî cihekî taybet e û festîvalek e ku qedrê wê di asta Venedik, Cannesê de ye û wekî wan jî bi nav û deng e. Ji bo hemû sînemavanên cihanê navnîşanek girîng e. Ji bo vê yekê jî her sal ji seranserê cihanê bi hezaran film derhêner filmên xwe ji bo bên nîşandan, dişînin festîvalê û qederê 40 hezar  sînevanan jî li Berlinalê dicivin.

Bi mixalifiya xwe tê nasîn

Cudabuna Berlinalê ji festîvalên din wekî din nasnameya wê ya mixalif, mijarên civakî û zêdêbuna filmên polîtik e. Filmên di beşên wek Forum, Panaroma, Berlinale Klasik, Generation,  Retrospektive û wekî din de tên nîşandan, vê yekê pişt rast dikin. Ev jî nasnameyeke serbixwe ji Berlinale re çêdike. Li hêla din jî di dema festîvalê de bajarê serjimara wê 4 milyon, bi motîvên sînemayê tê xemilandin. Salonên sînemayê dikevin xizmeta festîvalê. Ji ber vê jî ji ji bo zarokan, heta ji bo hevzayendan, ji repertuwareke fireh, film tên hilbijartin û nîşandan. Li van 400 filmên li dehan sînemayê bajêr, ji bilî mêvanên ji der ve, qederê 300 hezar Berliniyî jî temaşe dikin. Ev jî rengînbûna festîvalê nîşan dike.

Hirça Zêrîn wê bibe a ji 17´an 1´ê

Festîvala xwedi dîrokeke dûr û dirêj, Berlinale ji sala 1951´ê ve tê lidarxistin. Ev 69 sal in ku Berlinale mêvandariya sînemaya cihanê dike. Her sal bi sedan film û bi hezaran derhêneran li xwe kom dike. Ev gotin ji bo îsal jî lê ye. Ji bo festîvala îsal ji seranserê cihanê 7 hezar film hatin bo Berlinale ya 69´an. Lê ji van, 400 hatin hilbijartin û ji nav van filman jî 23 di beşa pişbirkê de ne, lê ji wan 17 berhem tenê ji bo xelatên mezin ên festîvalê ango “Hirça Zêrin”, “Hirça Zîvîn” qazişê dikişînin. Di nava 400 filman de 128 kurtefilm, 135 belgefilm hene.

98 derhênerên jin

Di bernemaya Berlinale ya îsal de filmên 98 jinên derhêner hene. Filmên 7 jinan jî ji bo xelata mezin a festîvalê di pişbirkê de ne.

Berlinale ya îsal a 69´an, bi slogan “Warê taybet polîtîk e” tê lidarxistin û li gorî vê naverokê jî, di hemû beşan de gelek film hene. Filmên li ser mijarên zarok, malbat, hevzayendîbûnê û gelek mijarên din hene.

Serokatiya juriya îsal a festîvalê jî lîstîkvana Fransî a navdar Juliette Binoche dike.

Navên wek rexnegir Justin Chang, lîstîkvana Elman Sandra Huller, derhêner Sebastian Lelio, Rejandra Roy, lîstîkvan Trudie Styler jî endamên heyeta juriyê ne.

Giregirên namzetê Hirça Zêrîn

Berlinaleya 69´an bi filma derhênerê Danîmarkayî, Lone Scherfig a

“The Kindness of Stranger (Qenciya kesê xerîb)” tê vekirin. Film li bajarê Dewletên Yebûyî yên Emerîkayê (DYE) New Yorkê derbas dibe û mijara wê jî di nava xirecira jiyana kapîtalîst a sar, zehmet de li lêgerina hezkirinê ye.

Fatih Akin jî bi filma nave “Der Goldene Handschuh (Lepikê Zêrîn)” talibê  Hirça Zêrin e. Akin, sala 2004´an li Berlinale yê xelata Hirça Zerîn wegirtibû. Di pişbirkê de filma derhênerên naskirî yên wek François Ozon, Isabel Coixet, Agnieszka Holland û Wang Xiaoshuai jî hene.

Berlinale wê 16 Sibatê bi lidarxistina galayeke mezin, xelatan bide serketiyan û festîval wisa wê bi dawî bibe.