Çalakgerên dijberê şer li Elmanyayê devê fabrîkeya ku sîleh û parçeyên sîlehan ji bo Rheinmetallê hildiberîne bloke kir û li ser benda xwe jî pankarta li ser nivîsandî “Rheinmetallê bloke bikin, piştgiriya Efrînê bikin” daliqandin. FEHMÎ KATAR BERLÎN Li paytexta Elmanyayê Berlînê, civîna desteya rêveber û hissedaran a şirketa herî mezin a sîlehan a Elmanyayê bi rê ve çû. Piştgirên Kurdan û dijberên firotina sîlehan ev civîn ji bo çalakiyên piştgiriyê û protestokirina şer û bazirganiya şer weke hinceteke bi kêr hatî, bi kar anî. Hem beriya civîna doh û hem jî di dema civînê ne de gelek kesan li pêşiya avahiya Maritim Hotel ku civîn lê pêk dihat Rheinmetall û hikûmeta Elman protesto kir. Hîna duşemê NAV-DEM û Elmanên dijberê şer bi hev re bi şîara “Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehemin” çalakî li dar xistin û pê îşaret bi tankên Elman hat kirin ku Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê de bi kar anîn. Bi sedan kesê ku her weha alayên YPG/YPJ´ê jî hilgirtin li Oranienburger Tor civiyan û ji wir ber bi Maritim Hotelê ve meşiyan. Di nava pankartan de yên bi nivîsên “Rheinmetall dikuje, Elmanya jî pê re”, “Rheinmetall ji Rojava biceheme” derketin pêş. Êrişa Tirkiyeyê rawestînin Di dema civîna desteya rêveber a Rheinmetallê de doh bi banga înîsiyatîfên “Aktion Aufschrei” û “Legt den Leo an die Kette (Tanka Leopard zincîr bikin)” bi sedan kesî li pêşiya Maritim Hotel çalakiyeke protestoyî kir. Hevserokên Die Linke (Partiya Çep a Elman) Katja Kipping û Bernd Riexinger tevî parlamenterên partiya xwe bi pankarta “Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyê rawestînin, firotina sîlehan qedexe bikin” beşdarî çalakiyê bûn. Hotel bi sorê hat boyaxkirin Hin ji çalakgeran karîn ji benda polîsan bibihurin û boyaxa sor avêtin derî û dîwarên hotelê. Ev dijberên şer hatin binçavkirin. Komeke dijberê şer beramberî hotelê pankarta “Em dozê li Rheinmetall û hikûmeta Elman vedikin ji ber ku kujerê bi hezaran mirovan in” nîşan da. Devê deriyê şirketê hat blokekirin Heman rojê saet 5´ê sibehê endamên koma dijberê şer a bi navê SIGMAR çû pêşiya fabrîkaya Rheinmetal a li Unterluessê ku sîlehan û parçeyên sîlehan hildiberîne. Çalakgeran yekane rêya diçû fabrîkeyê bloke kir. Çalakgeran bendeke ji 5 metroyan li ser danî û pankarata bi nivîsa “Rheinmetallê bloke bikin, piştgiriya Efrînê bikin” daliqandin.