Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser bernameyeke piştî DAIŞ´ê ji bo herêmên ji DAIŞ´ê hatine rizgarkirin û asayîkirina psîkolojiya kesên ji DAIŞ´ê hatine rizgarkirin amade kiriye. Nebûna alîkariya rêxistinên insanî û navneteweyî zehmetiyek e li pêşiya vê bernameyê.
Buroya Karûbarên Mirovî bi hevkariya rêxistinên mirovî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ji bo desteka derûnî ya wan şêniyan dixebite yên ku di bin serweriya DAIŞ`ê de mane. Buro hewl dide şêniyan ji hişmendiya tundraw xilas bike. Lê nebûna desteka insanî û hewarî, vî karî zehmet dike çawa ku serpêhatiya Hisên Ilewî El-Cirad nîşan dide. Ew beriya du salan ji herêmên berê didestê DAIŞ´ê de û piştre ketin bin kontrola rejîmê, reviya û xwe gihand herêmên ewle yên di kontrola QSD´ê de. Lê belê nebûna alîkariya insanî rewşa wan gelekî zehmet dike.
Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê li Baxozê dabû destpêkirin, ber bi dawiyê ve diçe. Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade dikin da ku derbasî qonaxeke nû ya ‘piştî DAIŞ`ê’ bibin.
Qonaxa piştî DAIŞ´ê
Gelek herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, bi salan di bin hişmendiya wan a tundraw û tarî de jiyane. Piştî ku QSD’ê ew herêm ji DAIŞ’ê rizgar kir, bermahiyên îdeolojiya wan a tarî di mêjiyê şêniyan de ma. Di heman demê de fikrên tarî û tundraw ên çeteyan bandoreke mezin li derûniya gel kiriye. Çeteyan şêniyên herêmê, di serî de zarokan, ciwan û kesên temenmezin beşdarî dewreyên dersên fikra xwe tundraw kirin ku gel teşwîqê kuştinê dikir.
Li dijî hişmendiya DAIŞ´ê bername
Buroya Karûbarên Mirovî ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawîn de ji bo rakirina hişmendiya radîkal projeyên desteka derûnî pêşkêşî rêxistinên herêmî û navdewletî yên li herêmê, dike.
Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed got, destpêka vê mehê, bi Desteya Perwerdeyê, rêxistinên xebatên perwerdeyê dikin û rêxistinên desteka derûnî re ew civiyane. Miwehed destnîşan kir ku civîna wan ji bo jiyana şêniyan vegerînin rewşa asayî bûye û wiha peyivî: “Em hewl didin bi rêya bernameyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê, desteka derûnî û dewreyên zanistê, hişmendiya radîkal ku DAIŞ`ê di hişê şêniyên Reqa û Dêra Zorê de çandibû, rakin.”
Kordîneya bi HRW û yên din re
Ebdulqahir Miwehed diyar kir ku ew koçberên bajarokê Baxozê û herêma derdorê ya li kampên Holê û Sewriê pêşwazî dikin. Wî her wiha destnîşan kir ku hejmara wan qederê 35 hezaran e, ew alîkariyên pêwîst û cih ji wan re peyde dikin.
Miwehed teqez kir ku ji bo aqûbeta kesên ku agahî ji wan nayê wergirtin, bi rêxistina Human Rights Watch (HRW) û rêxistinên din re di nav koordîneyê de ne.
‘Rêxistinan alîkarî nekir’
Pirsgirêkeke din jî ew e ku di vî karî de û ji bo alîkairya bi deverên beriya niha ji DAIŞ´ê rizgarî de alîkariya pêwîst bi destê rêxistinên insanî û yîn navneteweyî nehatiye kirin û nayêî kirin, Serpêhatiye Hisên Ilêwî El-Cirad ê 42 salî jî vê yekê xweş darî çav dike. Ew ji gundê Eyn El-Bû Cuma yê herêma El-Şamiye ya bejahiya Dêra Zorê ye. Ev gund niha di bin serweriya rejîma Sûriyê û hevalbendên wê de ye, berê jî DAIŞ´ê ew der dagir kiribû. Beriya 2 salan ew, hevjîn, keça xwe ya zewicî ya tevî zarokên xwe bi malbatê re dijî, 3 kur û 6 keçan; berê xwe da herêmên QSD`ê.
El-Cirad heta wê kêliyê ku rejîma Sûriyê topan mîna baranê li sivîlan dibarîne, naxwaze dev ji gundê xwe berde. Lê piştî ku rewş digihîje wê astê, malbata Hisên bi lez xwe digihîne perava çemê Firatê: “Ez li ser keçên xwe ditirsiyam, ji ber ku min dizanî bi ketina rejîma Sûriyê û hevalbendên wê re çaranûsa wan wê çi be.”
Piştî ku tevî malbata xwe ji çemî dibihure, diçe gundê El-Zixîr. Ji ber tirsa topbaranê El-Cirad û malbata wî tenê bi cilên xwe, ji malê derdikevin ji ber wê yekê jî malbatên gund konekî didin wan da ku lê bimînin heta ku cihekî din peyde bikin. Piştî çend mehan, ew dikare li gundê El-Sewa yê girêdayî gundewarê rojavayê Dêra Zorê cihekî bibîne û koçberî wir dibe.
Zarokên El-Cirad li gundê El-Sewayê ji bo peydakirina pêwîstiyên malbatê yên rojane kar dibînin û di nav zeviyên gund de dixebitin.
Hisên El-Cirad dibêje, divê rêxistin çalak bin û alîkariya kesên hewcedar bikin, lê ti rêxistinek nehatine gel wan.
Li herêmên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bi hezaran koçberên ku pirraniya wan ji herêmên rejîma Sûriyê ne, hene. Rêxistinên insanî û navneteweyî van koçberan û kampan bi temamî paşguh dikin. Li gorî çavdêran, ev rewş wê hewldanên asayîkirina rewşa civakê piştî DAIŞ´ê zehmet bike.
ANHA / GIRÊ SPÎ/DÊRA ZOR