Di şeva li Duisburgê de li ser navê platfroma Kurdên Anatoliya Navîn Ronî Yildirim peyivî. Yildirim bi bîr xist, ku dewletê polîtîkaya tinekirin û koçberkirinê li ser Kurdên li Anatoliya Navîn ferz kiriye û destnîşan kir, ku ew ê li hemberî vê yekê ji Enqereyê heta Yozgatê xwe bi rêxistin bikin û li dijî asîmîlasyonê bisekinin.
Kurdên Anatoliya Navîn gelekî baş bi koçberiyê zanin
Piştî Yildirim parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer peyivî. Hezer got, li hemberî Kurdên dixwazin bi çanda xwe bijîn, zîhniyeta înkarê tabloyeke gelekî giran derxistiye holê. Hezer bal kişand ser konsepta şer a bi mehan e li Kurdistanê bi tank, top û bomberdûmana ji balafirên şer tê meşandin û destnîşan kir, ku tiştekî gelekî hêja ye Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin Cizîr û Sûrê.
Li bajarê Franseyê Reîmsê jî bi heman armancê şevek hat lidarxistin, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan. Di şevê de bal hat kişandin ser girîngiya Projeya Malbata Hevkar a li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê hatî destpêkirin.
Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav li şevê axivî û got, “Dewleta Tirk bi stratejiya parçe bike û bi rê ve bibe, bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hînê ciwan, jin û zarokên gelê Kurd qetil dike.”
Di şeva piştgiriyê de Hozan Comert, Rûken Neval, Ahmet Deza û Serhado derketin ser dikê û di serranserê şevê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
DUISBURG / REIMS