Rojnamevan Mihemed Reûf ragihand ku berê asayîşê rojnamevanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn vexwendiye û jê xwestiye dev ji karê xwe berde û wiha peyivî; “Ew herêmên di bin desthilatdariya PDK’ê de bûne herêmên cihê kuştina rojnamevanan.”
Li Başûrê Kurdistanê her dem rojnamevan di bin zextan de ne. Roja 1’ê Kanûnê rojnamevan û nûçegihanê KNN’ê Şûkrî Zeynedin ku bi Şûkrî Amêdiyê tê naskirin hatibû kuştin û cenazeyê wî li gundekî vala yê ser bi Amediyê ve hatibû dîtin.
Mihemed Reûf got; “Ew navçeyên ku dibin desthilatdariya PDK’ê de, kes bi dizî tên revandin û kuştin wek; Serdeşt Osman, Dr. Hûşyar Îsmaîl û Wedat Hisên. Bi taybetî ev herêm bûye navçeyekê ji bo kuştina rojnamevanan. Deshilatdariya li vê herêmê, desthilatdariyeke mezin heye ji bo çêkirina van senaryoyan. Eger bûyereke normal be, eger ne rojnamevan be, kesekî normal be, berpirsên hêzên ewlehiyê, doktorên tipa edlî û berpirsên asayişê dikarin bûyerê rohnî bikin, bi çi şêwazî hatiye kuştin û çawa jiyana xwe ji dest daye.”
Mihemed Reûf bi bîr dixe ku asayîşê gelek caran Şûkrî Amêdî vexwendiye, û jê xwestiye dest ji karê rojnamevaniyê berde û wiha dewam kir: “Rewşek din heye ku berpirsên ewlehiyê çend caran axaftinên wan tê gûhertin û dibêjin çend fîşek li bedena wî ketine. Niha dibêjin lawiran êriş kiriye û xwariye. Pêşî li rê girtina rojnamevan û berpirsên KNN’ê ku şopandina karê edlî dibe sedem ku çend guman derbikeve.”
Li ser pirsa kî berpirse vî karî ye, rojnamevan Mihemed Reûf got; “Eger bûyer li Silêmaniyê rû dabe, berpirsên ewlehiyê û partiyên wê navçeyê berpirs in. Li Hewlêrê ji rastexo berpirsyartî di stuyê PDK’ê de ye. Ji ber ku berpirsê hêzên ewlehiyê û partiyên li Hewlêrê berpirsên yekem in.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ