Racî Bîlîcî: Heger agahiyeke xemgîn ji hepsan were, berpirsyarê vê yekê tenê hikûmeta AKP'ê ye. Hîna dem heye, divê hikûmet guh bide qîrîna Guven û dawî li tecrîdê bîne.
DENÎZ ÎKE / MA / AMED
Alîkarê Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven peyivî.
Bilicî got, Leyla Guven ji bo paşeroja Tirkiyeyê daxwazeke zelal û rewa dike: "Divê ev çalakî baş bên fêhmkirin. Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Daxwaza Guven tenê aramiya Tirkiyeyê ye û ev daxwaz zelal e. Ev bi bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dibe. Dewlet bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hemû qanûnên xwe binpê dike. Di qanûnan de tê gotin, kî dibe bila bibe, bêyî ku nasname û ramana wî li ber çavan bê girtin divê di çarçoveya hiqûqê de bê dadgehkirin."
'Divê tecrîd rabe'
Racî Bîlîcî da xuyakirin ku ev bi salan e, hemû mafên Ocalan têne binpêkirin û wiha peyivî: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û şêwazeke êşkenceyê ye. Birêz Leyla Guven jî bi çalakiya xwe xwest balê bikişîne ser vê êşkenceyê. Guven dibêje, ‚heger tecrîd ranebe, pirsgirêk wê neyê çareserkirin û rê li ber pirsgirêkên cuda bê vekirin'. Daxwaza Guven aştî ye û tenê rêya aştiyê jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd rabe."
Guh bidin qîrîna Guven
Bîlîcî di dawiyê de got, heger agahiyeke xemgîn ji hepsan were, berpirsyarê wê tenê hikûmet e: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bi heman armancê li 23 hepsan 91 girtî û li Strasbourgê 15 kes ev 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr û Silêmaniyê jî dewam dikin. Heger agahiyek xemgîn ji hepsan were, berpirsyarê vê yekê jî tenê hikûmeta AKP'ê ye. Hîna ne dereng e, divê hikûmet guh bide qîrîna Guven û dawî li tecrîdê bîne.“