Tevgera Goran, Tevgera Azadî, Navenda Komîteya Parastina Mafê Nivîskar û Rojnamegerên di Zîndanê de, PEN Kurdî û Fermandariya HPG’ê ya Sehaya Zagrosê qetilkirina rojnameger û nûçegihanê KNN’ê Şûkrî Amêdî bi tundî şermazer kirin û daxwaza ronîkirina bûyerê ji Hukumeta Herêma Kurdistanê kirin.
Beriya niha çend caran hatibû agahdar kirin
Tevgera Goran li ser malpera xwe ya fermî nivîskî weşand û ragihand ku ew berpirsyartiya vî karê dizî û tirsonek dixin stuyê saziyên ewlehiyên partiyên wê deverê.
Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Rojnamegerê şehîd, ev 6 sal in bi awayekî profesyonel karê rojnamegeriyê dikir. Li ser êrîşekî wiha ji aliyê desthilatdariyên navçeyê ve beriya niha çend caran hatibû agahdar kirin. Ji ber wê em bi tûndî vê bûyerê şermezar dikin. Ev karê dizî û tirsonek, berpirsyartiya wê dixin stuyê saziyên ewlehiyên partiyên wê deverê û daxwaz dikin di demekî zu de kujer werin girtin û ji bo raya giştî were eşkerekirin.”
Heger zelal nebe berpirsyar desthilatdarên navçeyê ye
Komîteya Çapemeniya Azad a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê der barê qetilkirina Şûkrî Amêdî de daxuyaniyek belav kir û got: “Heger juker neyên zelalkirin nexwe berpirsyarê vê kuştin û karên teroristî desthilatdarên wê navçeyê ye.”
Fermandariya HPG’ê ya Sehaya Zagrosê ji bo xebatkarê televîzyona KNN’ê Şukrî Zeynedîn peyamek nivîskî weşand û wiha got: “Ji ber jiyana xwe ji dest daye em êşên malbatê parve dikin, ji bo malbata bi nirx sersaxiyê dixwazin.”
Bila terorkirin bên rawestandin
Navenda Komîteya Parastina Mafê Nivîskar û Rojnamegerên di Zîndanê de û PENa Kurdî kuştina rojnemeger Şûkrî Amêdî şermezar kir û got: “Rojnemeger eynika civakê ne. Divê kuştinên rojnameger û terorkirina kesan li Herêma Kurdistanê bên rawestandin.”