Ji ber nakokiya aliyên siyasî yên Kurd, heta niha Meclîsa Kerkûkê nekariye bicive û waliyekî ji bo Kerkûkê hilbijêre. Ev nakokî dibe sedem ku xelkê Kerkûkê û pêkhateyên li wir rastî pirsgirêkan bê. Welatiyên bajêr li ser rewşa Kerkûkê peyivîn.
Welatiyê bi navê Şamil Hekîm li ser pirsgirêkên bajarê Kerkûkê û rewşa Kerkûkê axivî û got, “Em ji rewşa niha ya Kerkûkê tê de, gelek aciz in. Ev salek û 5 meh in ku hêzên Kurd ji Kerkûkê derketine. Hinek hêzên din rêveberiya bajêr dikin. Em naxwazin ewlekariyê radestî waliyê Kerkûkê bikin. Hêza eskerî ya niha li Kerkûkê ji bo hemû aliyên bajêr bûye sedema pirsgirêkan. Divê hemû aliyên Kurdan vegerin Kerkûkê û civîna Meclîsa Kerkûkê were lidarxistin. Heger ev yek pêk were, hêviyek ji bo xelkê bajêr wê çêbe û hemû pirsgirêk jî werin çareserkirin.”
Rojane gelek pirsgirêk hene
Welatiyê bi navê Elî Abdullah jî li ser heman mijarê axivî û got; “Desthilata Kurdan ya li bajarê Kerkûkê nikare bi roleke baş di peywendiyên nava neteweyan de rabe. Mixabin xelkê bajêr rojane bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dibe. Kesên rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî dikin nekarîne bi roleke baş di rêveberiya Kerkûkê de rabin. Ya ku li Kerkûkê hatî kirin ew e ku karîne neftê û dahatûya bajêr ji bo xwe bibin.”
ROJNEWS / KERKÛK