“Heger di navbera PDK, YNK, Tevgera Gorran, PJAK, PYD, HDP û PKK’ê de yekîtî û tifaq çêbibe em dikarin di bin sîwana KNK’ê de yekitiya neteweyî ava bikin. Em bawer in dema ev yekîtî û tifaq çêbibe yên ku qezenc bike wê PDK’ê be.”

AYSEL AVESTA / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ev demeke bê navber êriş dike. Endamê KNK´ê Dr Kamûran Berwarî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê de bersiv da pirsên me. Kamûran Berwarî diyar kir ku em weke KNK’ê dagirkirina her bihosteke axa Kurdistanê, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava weke tawanekê dibînin. Helwesta Kongreya neteweyî KNK’ê li dijî dagirkeriyê zelal e. Li her cihî di nava her şert û mercî de erka me ye ku em yekîtî û yekrêziya gelê Kurd biparêzin.

Armaca dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê çi ye?

Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ev êriş di heman demê de li dijî hemû deskeftiyên neteweya Kurd e. Artêşa Tirk bi pîlaneke berfireh dixwaze serweriya Kurdistanê têxe bin kontrola xwe.

Artêşa Tirk bi rojan e ku li Başûrê Kurdistanê êrişî sivilan dike û wan dikuje. Gelo çima hikûmeta herêmê û Bexda bêdeng in ?

Bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê tê wê wateyê ku hevkarî di navbera wan de heye. Eger haya wan ji meselê tine be wê demê, lazime li dijî êriş û qetilkirina sivîlan helwest nîşan bidin. Hikûmeta herêmê û Bexdayê li hemberî êriş û kuştinên sivîlên li Başûrê Kurdistanê berpirsyar in. Ger ew li hemberî van êrîşan nerazîbûn nîşan bidin dewleta Tirk nikare bi hesanî êriş bike. Bêdengiya wan cesaretê dide hêzên dagirker.

Artêşa Tirk di navenda Dihokê re karwanên maşînên leşkerî derbasî Başûrê Kurdistanê dike. Ev yek ji bo xelkê Başûr û statuya Başûr tê çi wateyê?

Derbaskirina leşkerên Tirk li nava bajarê Dihokê tê maneya binpêkirina serweriya xaka Başûrê Kurdistanê û her wisa jî bi belaş çûna xwîna bi hezaran şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo rizgarkirina  xaka Kurdistanê bi salane têkoşîneke bê eman tê meşandin û bi hezaran şehîd hatine dayin. Ev yek îxanet û rezîlkirina xelkê Kurdistanê ye. Bêguman xelkê Kurdistanê bi vê yekê pir diêşe ku postalên cendirmeyên Tirk ewê xwîna gelê Kurd pêveye tên Rojhilata Navîn û Kurdistanê dagir dikin.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê Hêza Xweparastinê ya Başûr ragihandin û gotin, ew ê li dijî her cûre dagirkerî û êrişan xaka xwe biparêzin. Hûn ve helwêstê çawa dibînin, tesîra wê li ser xelk, pêşmerge û rayedaran dikare çi be?

Elbet e, em ji ragihandinê pêhisiyan ku hêzek li Başûrê Kurdistanê hatî avakirin. Lê em dibînin ku xelkê Başûrê Kurdistanê bi vê yekê gelek kefxweş bûne. Ji ber ku xelkê Başûrê Kurdistanê ti rêye wê yên din nîne ji derveyî xweparastinê. Di vî warî de pêwiste xelk li gel hêzên ewlekarî û partiyên siyasî di yek eniyê de xaka xwe biparêzin. Bi taybetî peşmerge dikarin Kurdistanê biparêzin û serweriya Kurdistanê bikin.

Gelo PDK´ê bi hevkariya xwe natirse ji helwêsteke serhildêr a xelkê Başûr a li dijî desthilata wê û dagirkeriyê bi hev re?

Bêgûman tirseke mezin heye ji serhildana xelkê Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku du sê rê li pêş xelkê Başûrê Kurdistanê heye. Ya yekê serhildaneke girseyî ye. Dido, şoreşeke çekdarî ye. Sisê, desthilata Başûr neçar bikin ku helwesteke neteweyî li hemberî leşkerê dewleta Tirk wergirin, bi hevkariya hêzên Kurdî yên çar aliyên Kurdistanê. Her wiha lazim e ku bi aştiyane diyalogek di navbera hemû hêzên siyasî, rewşenbir, nivîskar û akademîsyenan de bê çêkirin da ku helweste neteweyî çêbibe ku leşkerê Tirk ji xaka Başûr derkeve.

Dewleta Tirk bi desteka PDK´ê mal bi mal gund bi gund digere û ji xelkê herêmê dixwaze ku cih û warê xwe berdin. Lazim e li hemberî vê hewildanê çi bê kirin?

Çolkirina gundên Kurdistanê û li şûna wan bi cîhkirina leşkerên Tirk metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê çêdike. Gelek deverên stratejîk radestî artêşa dagirker hat kirin. Dibe ku pêşmerge bi xwe jî ji vê yekê nerazî bin û qebûl nekin. Ev axa kurdistanê ku bihost bi bihost bi xwîna vî gelî hatî rizgarkirin nabe bi hesanî bê pêşkêşkirin. Kurd çawa dikarin bi hesanî vê xaka xwe ya pîroz û giranbiha ji bo dijminê koka xwe bihêlin. Em weke KNK’ê dagirkirina her bihosteke axa Kurdistanê, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava weke tawanekê dibînin. Weke Kongreya Neteweyî KNK’ê li dijî dagirkeriyê helwesta me diyar e. Li her cihî di nava her şert û mercî de erka me ye ku em yekîtî û yekrêziya gelê Kurd biparêzin. Ev yek di heman demê de erka her partî û rêkxistinên siyasi yên gelê Kurd jî. Lazime li dijî dagirkeran di asta neteweyî de helwest bê raberkirin û di nava xwe de yekîtiyê ava bikin da ku nirxên xwe yên neteweyî biparêzin. Dema em tifaqa xwe çêkin hingê em dikarin dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe derxînin.

Weke endamê KNK´ê hûn nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çawa dibînin û lazim e ji bo parastina xaka Kurdistanê çi bê kirin?

A rast em jî nizanin bê ev hêz çima ewçend baweriya xwe bi dijminê xwe tînin. Bêguman ev yek li ser hemû aliyên siyasî tesîra xwe heye. Eger dewleta Tirk axa Kurdistanê dagir bike bêguman wê tesir li tevahî Kurdan bike û bi taybet wê li PDK û YNK’ê bike ji ber ku ew her du  partiyê sereke yên hikumeta herêmê ne. Lê em hêvîdarin ku wê ev yek rûnede û Kurdistanê ji vê yekê zerarê nebîne. Helbet em weke KNK´ê, hemû partî û hêzên Kurd yên li her çar pareçeyên Kurdistanê, rewêşenbîr, akademisyen û hemû kedkarên çapemeniya azad, bang li partiya demokratê Kurdistan PDK’ê dikin ku helwesteke neteweyî nîşan bide.

Ji bo helwêsteke neteweyî banga we wê çi be?

Bi taybetî em dibînin ku eger Partî Demokratê Kurdistan (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) vegerin paymana sala 1983´an ku ji 9 xalan pêk dihat ji bo berjewendiyên gelê Kurd wê gelek  encamên baş bi xwe re derxe holê. Û wê bibe bingehek ji bo yekîtî û tifaqa di nava gelê Kurd de. Li ser vî esasî em weke KNK’ê bang li hemû partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku di yekeniyê de werin cem hev û li dijî dagirkerî û dagirkeran têbikoşin. Di heman demê de em bang li hêzên leşkerî yên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî her cûre êrişên dijmin di binê konseyeke leşkerî de xwe bi rêkxistin bikin. Her wiha em bang li welatparêzên Kurd  dikin ku li hemberî dagirkeran helwesteke bi bandor raber bikin. Em naxwazin PDK’ê bi tenê bimîne û nakokî di navbera helwesta gel û PDK´ê de derkeve. Divê em PDK’ê ber bi dewleta Tirk ve daf nedin. Ji ber ku em baş dizanin, cihê PDK’ê li cem gelê Kurd e. Lazim e ku PDK’ê jî li gorî berjewendiyên netewa xwe tevbigere û li ser her sê partiyên parçeyên din yên Kurdistanê jî bandoreke pozîtîf çêbike. Ger hat û çû, di navbera PDK, YNK, Tevgera Gorran, PJAK, PYD, HDP û PKK’ê de yekîtî û tifaq çêbibe em dikarin di bin sîwana KNK’ê de yekitiya neteweyî ava bikin. Em di vê baweriyê de ne ku dema ev yekîtî û tifaq çêbibe ya ku herî zêde qezenc bike wê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) be.