Di çalakiya doh ya mamosteyan de der barê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin: “Dibistanên Kurdî yên li Kerkûkê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Li gel van hemiyan jî pergala bipaşxistina mûçeyan ji ber krîza heyî ya li Herêma Kurdistanê ketiye pratîkê. Ne tenê nîv-mûçe nadin mamoste û karmendan belkû piçekî jî jê nadin.”

Daxuyaniya mamosteyên nerazî wiha dewam kir: “Li gorî gotinên berpirsên Herêma Kurdistanê ev bajar gelekî pîroz e. Lê ji ber petrolê bajar ji wan re pîroz e, ne ji ber welatiyên wê. Em daxwaz ji parlamenteran û UNICEF´ê dikin ku piştgriya mafê me yê rewa bikin. Em berpirsyarê vê rewşê rêveberiya Kerkûkê dizanin. Daxwaz jî dikin ku me mamosteyan bi Bexdayê ve girê bidin.”

Rêveberê Dibistanên Kurdî li Kerkûkê, Şêrzad Reşîd ji bo cara yekê hat nav mamosteyên nerazî û xwest ku bersiva daxwazên rewa yên mamosteyan were dayîn. 


 KERKÛK