
Ev demek dirêje li ser Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) lîstokên cûr bi cûr tên meşandin û tê xwestin ku têkoşîna heta niha hatî meşandin were valaderxistin. Lê li gel van hemû hewldanan jî ciwanên Êzîdî xilasiya xwe di YBŞ'ê de dibînin û bersiva herî baş bi tevlîbûna nav refê YBŞ'ê didin.
Dewreya perwerdê ya Şehîd Genco ku li Akadeniya Derwêşê Evdî şaxa Şehîd Zerdeşt dihat dîtin doh bi mersimekê bi dawî bû. Şervanên nû yên ku ev demek bû perwede didîtin perwerdeya xwe xilas kirin û mezûn bûn. Fermandarê YBŞ'ê Xemgîn Tilazêr di merasîmê de axivî û diyar kir ku êdî weke berê kesek nikare gelê Êzîdî bixapîne.
'YBŞ hêza xwe ji baweriya gelê xwe digire'
Tilazêr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku YBŞ hêza xwe ji baweriya gelê xwe digire û got: "YBŞ hêza parastina cewherî ya gelê Êzîdî ye. Ji ti kesî hêviyekê nake. YBŞ hêza xwe ji baweriya gelê xwe digire. Li gel vê jî divê gelê me jî bi her awayî xwedî li hêza xwe YBŞ'ê derkeve. Ji ber ku roja Fermanê dema ku her kes reviya û çû, hêza ku canê xwe kir feda ji bo parastina vî gelî YBŞ bû. PDK'ê gelê Êzîdî di fermanê de firot, niha dîsa dixwaze bixapîne. Divê gelê me ji wan bawer neke. Di despêka fermanê de gelê Êzîdî lîstokên siyasî yên li ser wan hetin meşandin fêhm nekirin. Lê îro YBŞ heye û em gelê Êzîdî xwe di bin sîwana YBŞ'ê de birêxistin dikin û perwerde dikin. Em ji berê baştir dizanin ku kî çi dike. Sedema êrîşên hemû hêzan a li ser Şengalê dikin ew e ku dixwazin çand û baweriya vî gelê tine bikin. Ki bibe bila bibe gava êrîşî axa Şengalê û gelê Êzîdî kirin emê heta dawiyê li dijî wan têkoşînê bidin meşandin. Weke şervanên YBŞ'ê li ku pêwîstî hebe emê li wer têkoşînê bidin meşandin û heta dawiyê bibin parêzvanê gelê xwe.
'Werin xwedî li axa xwe derkevin'
Tilazêr bi bîr xist ku herkes dizane bê ka kê di dema fermanê de Êzîdî firotine û got: "Em bi perwerdeyên ku dibînin hin bêhtir dikevin ferqê. Divê hemû ciwan vegerin ser axa xwe û di bin sîwana YBŞ'ê xwe de xwedî li jiyana xwe ya bingehîn derkevin. Em bang li gelê Êzîdî yê li Başûrê Kurdistanê jî dikin û dibêjin werin xwedî li axa xwe derkevin.
Tilazêr di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya perwerdê û tevlîbûna ciwanên Êzîdî ya ji bo refên YBŞ'ê û got: "Li gel vê ev hevalên ku îro dewreya perwerdê ya bi navê Şehîd Genco xilas kirin em wan pîroz dikin. Heta dawiyê baweriya me ji bo van hevalan heye. Em dizanîn ku hevalên ku îro mezûn bûyîn li kîjan çeperê bin bila bibin li dijî dijminê gelê xwe dê têbikoşin û ji bo parastina gelê xwe tişta ku ji destê wan bê wê bikin."
Piştî axaftinan şervanan di merasîmê de sond xwar û perwedeya xwe xilas kirin. Piştî merasîma sondxwarinê şahiyek hate lidarxistin û paşê şervanên ku perwedehiya xwe xilas kirin ber bi cihên xwe yên nû ve bi rê ketin.
ROJNEWS/ŞENGAL