'Êdî em nikarin kar bikin'
Karkerê Pastaxane Jihat Korhan ku di qada avahiyê yê 1'emîn de dixebite, anî ziman ku di serî de rayedaran ji wan re got dê pergala rohahiyê ava bikin û piştî avakirina cîhazê fêr bûne ku Îstasyona Bazê ye. Korhan, bilêv kir ku piştî ev cîhazê Îstasyona Bazê saet di 04.00'ê şevê de ava kirin û şûnde êdî bandorek neyînî li ser tenduristiya çavê wî, çerm û bedena wî çêbûye. Korhan, anî ziman ku avakirina vê Îstasyona Bazê hem tenduristiya wan û hem karê wan bi awayeki neyînî dixe bin bandora xwe. Korhan, bilêv kir ku êdî nikarin kar bikin.
'Şaredarî bi destê xwe gelê kurd dikuje'
Welatiya bi navê Raciye Çolak ku Îstasyona Bazê li tenişta mala wan hatiye avakirin jî da zanîn ku hevserê wê bi nexweşiya pençeşêrê ye û piştî ev îstasyon hate avakirin, şûnde tenduristiya hevserê wê bêtir xera bûye. Çolak, anî ziman ku li vir gelek mirovên kal û pîr hene û ev îstasyon bandorek neyînî li ser tenduristiya wan çêdike. Çolak, derbirî ku ger şaredarî bixwaze dikare vê yekê ji vir rake û wiha got: "Li vir jiyana mirovan erzan tê dîtin. Bi awayekî berbiçav kuştina mirovan hêsan û asayî dibînin. Şaredarî jî ji kuştina kurdan re çavê xwe digire. Divê şaredarî li hemberî vê yekê bi hestiyarî tev bigere. Ger ku ev neyê rakirin em dê mala xwe bar bikin."
DÎHA/AMED