Konferansa Zaravayê Kirmanckî ku 2 rojan berdewam bir bi dawî bû. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo zaravayê Kirmanckî bê pêşxistin dê xebat bên meşandin û wiha hate gotin: "Niqaşên dersên hilbijarî yên Kurdî neheqî û bêhurmetiya li hemberî zimanê Kurdan e. Em ji bilî nasîna zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî ya Kurdî tu tiştên din qebûl nakin."
1'emîn Konferansa Kirmanckî ya di bin pêşengiya TZPKurdî de li Çewlîkê pêk hat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di konferansa ku li Çewlîkê pêk hat û 2 rojan berdewam kir de biryarên girîng hatin girtin. Di konferansê de gelek zimanzan, siyasatmedar, nivîskar û rewşenbir amade bû. Dîsa nûnerên BDP, ÎHD, KESK û gelek saziyên sivîl ên civakî jî tev li konferansê bûn.
Parlamenterê BDP'ê yê Çewlîkê Dr. Îdris Baluken, anî ziman ku ropa 40 sal têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li ser pêşketina ziman pir mezin e û wiha got: "Divê her kes vê yekê zanibe. Konferans bi tevlêbûna 70 delegeyan pêk hat.
Em dê têkoşîna xwe ya ji bo ziman, nasname û çandê berdewam bikin. Hêj polîtîkaya ku Kurd û ermeniyan tînin hemberî hev berdewam dike. Dewlet hin caran elewî û suniyan tîne hemberî hev. Hin caran jî Kirmanç û Kurmançan tîne hemberî hev. Bi taybetî dewlet li Amed, Çewlîk, Xerpêt û Dêrsimê van lîstikan pêş dixe."

Biryarên Konferansê Di konferansê de biryarên hatin girtin wiha ne: 

- Konferansa zaravayê Kirmanckî, perçeyekî Konferanza Zimanê Kurdî ye. Hemû biryarên Konferansa Zimanê Kurdî ya der bare Kirmanckî de qebûl dike û diparêze.
- Beşdarên konferansê helwest û feraseta dewletê ya li hemberî cudakariya zimanê kurmancî û kirmançki rexne dike û red dike.
- Delegeyên Konferansê ji bo pêşxistina zaravayê Kirmanckî armanc dike ku rêveberiya ji 11 kesan pêk tê hilbijêre
- Ji bo pêşxistina Kirmanckî dê xebatan bimeşîne.
- Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî pêş bixe û bi rêxistin bike dê xebatan bimeşîne û komîsyonê ava bike.
- Ji bo çavkaniyên Kirmanckî lêkolîn bike û pêş bixe dê komîsyonê ava bike.
- Delegeyên Konferansê nêzîkatiya dewlet û hikûmetê ya dersên hilbijarî ya Kurdî red dike û vê yekê wekî neheqî û bêhurmetiya li hemberi ziman qebûl dike.
- Delegeyên Konferansê astengiya parastina zimanê zikmakî ya siyasetmedarên Kurd şermezar dike.
- Delegeyên Konferansê nirxên netneweyî yên gelê Kurd bi têkoşîn û bedelan bi dest xistine pîroz dike û tecrîda li ser rêberê gelê Kurd dimeşine şermezar dike.
- Delegeyên Konfederasyonê konferansa Kirmanckî dê ji 2 salan carekê pêk bîne û ji 6 mehan carekê kom bibe.
- Delegeyên konferansê operasyonên siyasî û leşkerî yên li ser gelê Kurd şermezar dike.

DÎHA/ÇEWLÎK