Berxbirr li Zozanên Olediriyê

Haberleri —

Li Zozanên Oledirî yên Colemêrgê welatiyên sewalkariyê dikin Şahiya Berxbirê li dar xistin û behsa çanda berxbirriyê kirin. 

Welatiyên mezraya Kêrîser a gundê Dêzê ya ser bi navenda Colemêrgê, li Zozanên Oledirî Şahiya Berxbirê li dar xist. Welatiyên sewalkariyê dikin, xizmên xwe yên derdorê vexwendin Şahiya Berxbirrê. Tevahiya rojê li aliyekî xwarin çêkirin û li aliyekî jî mih û berx birrîn. Ji mehên biharê yên destpêkê ve şivan li zozanan pezên gundiyan xwedî dikin û mehaneyên şivanan jî hat hesabkirin. Hin berx jî ji bo firotanê hatin bazarkirin. Mezinan li aliyekî kar û barên xwe kir û li aliyê din jî zarokan xwe di golên avê de şûştin. 


Pêşî dişon piştre dibirrin

Yek ji şêniyê zozanan Emîn Yîgît diyar kir ku bi salan e ew vê kevneşopiyê didomînin û wiha peyivî: “Berê her kesî berxbirrî dikir. Lê îsal tenê me şahiya berxbirrê li dar xist. Beriya birrînê bi rojekê mih û berx tên şûştin û pişt re jî birrîn dest pê dike. Me berxbirrî bi hevkarî kir. Li gorî hiriyê hin kes nafiroşin û hin kes jî difiroşin. Hin welatî bi hiriya xwe doşek, balgeh û lihêfan çêdikin. Ji hiriyê gore û gelek tiştên din jî tên çêkirin.” 


Zozan qedexekirî ne

Bekîr Guler ê ku li ser vexwendinê ji Geverê hat Şahiya Berxbirrê jî got, şahî bûye wesîle ku hemû xizm bên gel hev û kêfxweşiya xwe ya şahiyê îfade kir. 

Lezgîn Yîgît jî destnîşan kir ku gelek zozan qedexekirî ne û wiha axivî: “Berê bi hezaran mih li vê herêmê dihatin çêrandin. Niha 500-600 mih hene. Li her maleke gund 300-400 serî kerî hebû. Lê niha 20-30 pez heye. Ji ber ku hemû zozanên xweş hatine qedexekirin. Kesê ku sewalan bikire û xwedî bike, nemane. Ev der ji bo sewalkariyê bihûşt e. Lê niha em nikarin tiştekî bikin.” 


Mêr berbirr in, jin kevanî

Şefîk Yîgît jî da zanîn ku destpêka zozanan mih û berx ji hev cuda tên xwedîkirin û piştî berxbirrê jî berxan ji şîr dikin. Yîgît anî ziman ku her çiqas hin berx dixwazin li dayikên xwe bimijin jî lê bizmikan li devê berxan dixin û mijandinê asteng dikin. Yîgît got, piştî berx mijandinê ji bîr dikin bizmikan ji devê berxan dikin. 

Leyla Yîgît a ku bêrîvaniyê jî dike da zanîn ku ew ji mêvanên xwe re xwarinê amade dikin û got, “Salê carekê em vê şahiyê dikin. Zilam berxbirriyê dikin û jin jî kevanê ne.” Yîgît diyar kir ku ew li zozanan ji bo demsala zivistanê penîr û qeliyê jî çêdikin û ji ber ku ew li zozanan bêrîvaniyê û sewlakariyê dikin gelekî bextewer in.

Ahmet Yîgît jî got, ew 3 rojan berxbirrê dikin û şahiyên berxbirrê û sewalkariya berê  xweştir bû û xweziya xwe bi salên berê anî. 


 DÎHABER/COLEMÊRG

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.