
Dîlên azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd kurd di roja salvegera darbeya faşîzan a 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 û hejmar 2 yê Kandirayê û Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dest bi greva berçîbûna a bêdorveger û bêdem kirin. Dîlên azadiyê ragihandin ku heta azadiya Ocalan û gelê wê berxwedana xwe yab dîrokî bênavber bidomînin.
Heta azadiyê berxwedan
Di çarçoveya berxwedana dîrokî de 15 dîlên azadiyê yên PKK'î yên bi navê Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlum Tekdag, Ercan Şengul, Tayip Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun ku li Girtîgeha Tipa D a Amedê tên girtin derbarê berxwedana xwe ya dîrokî de destnîşan kirin ku heta şert û mercên Ocalan ên wekî azadî, ewlehî û tenduristiyê û daxwaziyên gelê kurd yên, nasname, perwerdehî û statu bên qebûlkirin berxwedana xwe ya dîrokî dê bidomînin. Dîlên azadiyê banga hestiyariyê jî kirin.
Endamên TUAD'ê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve hate destpêkirin.
Endamên TUAD'ê çalakiya xwe ya heftana ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li ber Girtîgeha Bakirkoyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankrata "Tecrîd an azadî şer na muzakere" vekirin û sloganên "Qatîl Erdogan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin berzkirin. Li ser navê TUAD'ê Nurettîn Kiliç, daxuyanî xwend û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ya bêdem û dorveneger dan destpêkirin. Kiliç, anî ziman ku li hemberî girtiyên siyasî tecrîdekî mezin tê meşandin û wiha got: "Li girtîgehan şertên gelek hov tên meşandin. Pêkaninên ji 12'yê Îlonê xerabtir pêk tên. Hikûmeta AKP'ê li hemberî kurdan rûyê xwe yê dijmirovahî nîşan da."
Kiliç, da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin salekê derbas kir û wiha got: "Salek zêdeye li ser Birêz Ocalan tecrîd têmeşandin. Divê ev yek demildest bê bidawîkirin."
AMED