Yek ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de, Ergîn Akhan e. Akhan destnîşan kir ku ew bi biryar in dawî li tecrîdê bînin.
Akhan 20’ê Adara 1988’an li navçeya Kop a Mûşê ji dayik bûye. Akhan 9´ê Cotmeha 2015’an li navçeya Baglar a Amedê hate girtin. Ergîn Akhan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir. Akhan 30’ê Nîsanê greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Akhan bi rêya malbata xwe peyamek şand.
Akhan got, “Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, me biryara berxwedanê da. Tecrîda ku di şexsê Rêberê me de li gelê me tê ferzkirin, ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Bi berxwedana hevalên me hemûyan ên di grevê de ne, em bi biryar in ku dawî li tecrîdê bînin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê heta niha gelek hevalên me canê xwe feda kirin û bi hezaran hevalên me amade ne ku feda bikin.”