
Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî re azadî“ ev meheke di rêyan de ye û li bajarê Elmanyayê Hannoverê rastî astengiyên bi destê polîsan hat. Kurdistanî û dostên wan ên ku nerazîbûn nîşanî rakirina wêneyên Ocalan ên li ser otobusê da, rastî êrîşa polîsan a bi ço û gazê hat. Xelkê jî bi berxwedanê bersiv da êrîşa polîsan û di bin dorgitrina polîsan de çalakiya xwe dewam kir û gihand armancê.
Otobusa Ocalan, 9´ê Cotmehê ji bajarê Fransayê Strasbourgê dest bi tûra xwe ya Ewrûpayê kir. Li ser otobusê çar wêneyên Ocalan jî hene. Otobus li qederê 30 bajarên Fransa, Awusturya, Swîsre, Belçika, Danîmarka, Swêd, Hollanda û Elmanyayê girseyî hat pêşwazîkirin. Otobus beriya niha çûbû li bajarên Elmanyayê Stuttgart, Hamburg û Berlînê, û doh jî berê xwe da Hannoverê. Otobus mehekê rastî ti astengiyan nehatibû, tenê li Brukselê faşîst û nijadperestên Tirk êrîş kiribûn.
Ser wêneyên Ocalan girtin!
Li bajarê Lehrte yê nêzî Hannoverê polîsên Elman Otobus dan rawestandin, û li nava wê geriyan, hem jî bi nijdîbûneke nedîtî. Polîs got, heger ser wêneyên Ocalan ên li ser otobusê neyê girtin, otobus nikare ji cihê xwe bilive. Polîsên haya wan jê nebû ku otobus ji Berlînê tê, gef xwar, “Yan hûn ê ser wêne bigirin, yan jî em ê hil kin.”
Hewldanên lihevkirinê bê encam man û polîsan bi zora xwe bi paçên spî ser wêneyên Ocalan ji her sê aliyan ve girt.
Xelkê bi sloganan otobus pêşwazî kir
Otobus a ku bi refaqeta polîsan hat gara trênan a sereke ya Hannnoverê, ji aliyê gerseyeke qelebalix ve li vir bi sloganên “Ocalan” hat pêşwazîkirin. Di çalakiyê de bi tenê destûr hat dayîn ku girse alaya TEV-DEM hilgire. Girseyê girtina ser wêneyê Ocalan protesto kir û ew paçên li ser wê ne rakirin. Polîs li ser vê yekê êrîş kir û xwest girseyê ji hev belav bike û rê li ber arîşeyekê vekir.
Wêneyên Ocalan hilkirin!
Dema ku polîsan dest bi rakirina wêenyên Ocalan ên li ser otobusê kir, çalakgeran bi nîşandana pêlavên di piyên xwe de nerazîbûn nîşan da. Piştre jî êrîşa polîsan dijwartir bû û bi ço û gazê li xelkê xist. Di nava wan de kal û pîr jî geek kesan derb xwarin, gazê tesîr li wan kir û ketin erdê. Polîs hewl da kesekî ku tîşortekî wêeneyê Ocalan li ser bixe bin çavan, girseyê nehişt.
Polîs Elman xizmeta Erdogan dike
Kurdistaniyan û dostên wan çalakiya xwe di bin dorgirtina polîsan de dewam kir û sloganên “Ocalan” û “PKK” tim û daîm gotin. Çalakgeran her weha dovîzên li ser wan nivîsandî, “Ne polîsê Elmanya, polîsê Erdogan e” hilgirtin û nerazîbûna xwe ji êrîşên polîsan nîşan da. Dema girseyê posterê Ocaln hilgirt, polîsê careke din êrîş kir.
Ti ferqa wan ji polîsê Erdogan nebû
Polîs di êrîşê de yekser û bi zanîn gaz bera nav çavê Hevserokê NAV-DEM´ê Tahir Koçer; “Du caran li girseya me ya çalakger li vir polîs civandin. Polîs dor li xelkê me girtiye. Em ne rehet çalakiya xwe dewam dikin. Li Hannoverê êrîşek bû ku ti ferqa wê ji ya polîsên AKP´ê nebû. Li hemberê êrîşa polîsan xelkê me provoke nebû. Em vê qedexe û van êrîşan qebûl nakin. Wêneyên Ocalan ku li Tirkiyeyê jî dikarin bên hilgirtin, li Elmanyayê qedexe ne. Li Hannoverê ya nîşanî me dan faşîzma Hitler bû.”
Bi Ocalan rêya xwe dewam kirin
Koçer got, ew ê çalakiya xwe li bajarên Dortmund û Frankfurtê dewam bikin û wiha peyivî: “Wêneyên Ocalan em ê ji nû ve bi otobusê vekin û rêya xwe dewam bikin.”
Her çar wêneyên Ocalan ên li ser otobusê bi destê polîsan hatin rakirin. Dema ku nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, hevdîtina bi polîsan re li ser mijarê dewam dikir.
HANNOVER