Li navçeya Amedê Sûrê êrîşên hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi tank û topan bênavber bi awayekî dijwar li dijî çend avahiyên li Taxa Savaşê pêk hatin. Ji meydana li pişt Clas Otelê, li gel êrîşên li hemberî avahiyan, bi awayekî dijwar dengê tank, top û çekan doh bi rij dihat.
Hêzên dewletê ji hewayê ve bi helîkopteran bombeyên gazê avêtin herêma avahiyên bênavber tên bombebarankirin. Li taxan ji wesayîtên zirxî jî hin anonsên ku tam nayên fêmkirin, tên kirin.
Li Hezexê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li bejahiya navbera Hezex û Kerboranê pêr ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve hat bombekirin, di şerê ji ber operasyonê de yek jê serpel (ustegmen) 3 esker hatin kuştin. Herêma Geliyê Cehenemê ya li bejahiya navbera navçeya Şirnex Hezexê û navçeya Mêrdîn Kerboranê de, pêr ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve hatibû bombekirin.
Li gorî Artêşa Tirk ragihandî piştî bomberdûmanê bi tevlîbûna leşker û cerdevanan operasyonek hat destpêkirin û di vê operasyonê de yek jê serpel (ustegmen) 3 leşker hatin kuştin.
Du cenaze hatin dîtin
Li aliyî din li navenda Hezexê 2 cenazeyên nasnameyên wan nediyar doh hatin dîtin. Li navçeyê êrîşên dewletê di roja xwe ya 17'an de ne û li Taxa Tûrgût Ozalê ya li hemberî wê êrîşên hêzên dewletê bi awayekî dijwar didomin, 2 cenazeyên nasnameyên wan nediyar doh hatin dîtin. Cenaze bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Bi şandina van cenazeyan re bi giştî doh 4 cenaze li nexweşxaneyê dihatin rawestandin.
Li gel domandina êrîşên hêzên dewletê yên bi topan, hat diyarkirin ku topên hêzên dewletê li Gundê Dîrsekliyê jî ketine.
Li Nisêbînê teqîneke dijwar
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî doh li derdora nexweşxaneya berê ku wesayîtên zirxî lê bi cih bûne, teqîneke dijwar pêk hat. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk gule li taxa Abdûlkadîrpaşa û Firatê reşandin. Li ser kuştî û birîndaran agahiyek nehat bidestxistin.
Gerîlayan li qereqola Mawa da
Gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya çalakiyek pêk anî. Hat ragihandin, di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêde ne, lê hejmar zelal nebû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîlayan li hemberî qereqola Mawa ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyek pêk aniye û der barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn: "Roja 3'ê Adarê (doh) saet di 05:30´an de li hemberî 20 leşkerên di navbera nîzamiyeyên qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya ya Şemzînanê tevdigeriyan, hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek pêk anî. Hêzên me di heman demê de bi hawanan li qereqola Mawa da. Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê saet di navbera 07:00-08:30 de qereqola Rûbarokê bi obusan li deverên Geliyê Reş û Kaniya reş da."
NAVENDA NÛÇEYAN