Di têkoşîna Guven û hevrêyên wê de, piştî tehliyekirina xwe, Guven da zanîn ku heta şikandina tecrîda li Îmraliyê ew ê greva xwe ya birçîbûnê dewam bike. Buldan a ku peyama wê ragihand jî got, ya girîng ew e nehiqûqî bi dawî bibin û hevdîtin bi Ocalan re bi rêkûpk bên kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 80´ê roj in ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê de ye. Doh dadgeha dewleta Tirk a dagirker a ku Guven ji ber ku li ber dagirkeriya Efrînê rabûbû, qaşo dadgeh dikir, tehliye kir. Guven piştî tehliyekirinê bi ambulansê birin mala wê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, çû serdana Guven û ji bo têkoşîna wê malavahiya wê kir. Buldan piştî serdana Guven, peyama Guven bi raya giştî re wiha parve kir: “Heger daxwazên min bên qebûlkirin û hevdîtin dest pê bike, ez dikarim biryara xwe biguherim.” 

Nîşaneke serketinê

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven doh di roja 79´an a greva xwe ya birçîbûnê de bi biryara tehliyeyê ya dadgeha dewleta Tirk a dagirker hat berdan. Guven bi ambulansê ji girtîgehê derxistin û birin mala wê. Gava ku Guven li ambulansê siwar kirin, wê bi herdu destên xwe nîşana serketinê kir.

Di danişîna 5’an a doza li dijî Guven de 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a dewleta Tirk de heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Guven da. Dozgerî ji ber ku li ber dagirkeriya Efrînê rabû bi îdîayên “Rêxistina bi çek avakirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê kirin” û “Muxalafeta li dijî qanûna hejmara 2911’an” doz li Guven vekiriye. Guven bixwe di rûniştinê de amade nebû.

Gava Guven ji Girtîgehê birin mala wê ya li taxa Bagcilar a Navçeya Baxlerê a Amedê, wê di ambulansê de nîşana serketinê bi herdu destên xwe kirin û peyama xwe ya berxwedanê heta bi serketinê da

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan çû serdana Hevseroka CDK´ê û Parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî ku Guven ji Girtîgeha Amedê hate berdan. Buldan piştî serdana xwe daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got, Leyla Guven ragihandiye ku ew ê greva xwe û têkoşîna xwe bidomîne.

Xurt û moralxweş bû

Buldan got, ‘’Leyla Guven a ezîz, beriya niha bi demeke kurt hat berdan. Me ew anî mala wê. Beriya niha me bi kurtî em pê re peyivîn. Ez dixwazim peyama wê ragihînim. Malavayî li wan hemû kesan kir di roja 79’an a greva birçîbûnê de (îro roja 80´yî ye) li rex wê sekinîne. Wê got, ji nav welêt û ji derveyî welêt gelek name jê re hatin û peyama destekê danê. Wê diyar kir ku van peyaman û destekan ew li ser piyan hiştiye. Wê wekî din got, ew pir xurt û moralxweş e. Lê, wê her wiha got, grevên birçîbûnê yên li zindanan ku ew jî di nav de ye, wê bidomin. Ji ber ku daxwaza wê hê bi cih nehatiye.”

Buldan bi bîr xist ku daxwaza Guven bi temamî şikandina tecrîda li Îmraliyê ya li dijî Ocalan e û wiha dewam kir: “Wê got, heke bi Rêzdar Ocalan re hevdîtinên malbatê û parêzeran bi rengekî perîyodîk werin kirin, piştî ku ev hevdîtin dest pê kirin, ew dikare biryara xwe biguherîne. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome. Li mala xwe wê bidomîne.”

Hevalên min di hepsê de ne

Buldan li ser pirsa, ka bi rayedarên dewletê re ji bo rabûna tecrîda li ser Ocalan, li ser hevdîtinên bi parêzer û malbatan re teqwîmek hatiye danîn yan na, got, ‘’Hewceyî pê nîne ku em hevdîtinê bikin, ew hay ji rewşê hene. Mekanîzmayeke ku hay ji her tiştî heye sazkar e. Hewceyî pê nîne ku em jî hev bibînin, demildest ji bo gavên wiha werin avêtin divê biryar werin dayîn. Ji bilî vê, tiştekî gotinê tine.”

Li ser pirsa Leyla Guven çawa biryara berdanê nirxandiye jî, Buldan got, “Bi gotinên ‘Ez li derve me, lê giyanê min, bedena min û hêla min a manewî li hundir e’ wê diyar kir ku hevalên xwe li hundir hiştine, li hepsê gelek mirovên bêsûc hene. Ango niha pirr hestiyar e. Ji hêla wê ve zor bû ku dev ji hundir berde û li derve binihêre, lê dawiyê biryara berdanê heye. Ev ji hêla hiqûqî ve diviya ji mêj ve bihatana kirin. Lê ev rewş jixwe bi hiqûqê re ne elaqedar e. Bi biryareke siyasî di hepsê de bû û ji bo vê jî, divê mirov wateyeke zêde li biryara berdanê bar neke. A girîng ew e ku nehiqûqiyên li hemû girtîgehan bidawî bibin, hevdîtinên bi Ocalan re her dem werin kirin.’’.