Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Heilbronnê hevserokê Tev-Demê Xerîb Hiso beşdarî civîna gel bû. Di civînê de Xerîb Hiso bersiv da pirsên xelkê jî.

Hiso got, “Tevahiya dewletên NATO´yê destekê didin Tirkiyeyê. Tirkiye jî di vê dagirkeriyê de bi çeteyan re ye.

Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye. Ji ber ku li wir Kurd dimînin. Cihên Kurd li wan in hemû ji bo Tirkan deverên wisa ne ku divê bên dagirkirin. Em vê qebûl nakin. Em dizanin ev bêbextiyeke mezin e.

Li Rojava berxwedaneke mezin a dîrokî heye. Îradeya me heye û em bi hêza xwe bawer dikin. Bi hêz û îradeya xwe em li ber xwe didin. Dijmin li Rojava bê navber li ber çavên dinyayê sûcên şer dike.

Li ser modela Rojava ka divê çawa be hevdîtin hatin kirin. Ev model ji bo Edogan pirsgirêkeke mezin e. Tenê di şexsê Erdogan de Tirkiye hebûna Kurdan qebûl nake.

Rejîma Tirkiyeyê li Efrînê Kurd nehişt. Êdî kirine ku kesên bi Tirkî nizanibin, nikaribin li Efrînê bimînin.

Yek derdê rejîma Tirk heye, DAIŞ´iyan û çeteyên weke wê û malbataên wan dixwaze li bajarên Kurdan bi cih bike.

Berxwedan û piştgiriya Berxwedana Rûmetê li Ewrûpayê mezin e û ji bo berxwedanê destekeke girîng e. Şer û berxwedan dewam dike, divê em berxwedana xwe em xurt bikin û bidomînin.”

 HEILBRONN