Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 136 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de 98 roj, çalakiya Nasir Yagiz 123 roj û ya 14 çalakgerên Strasbourgê û Îmam Şîşê li Welatê Galiyan jî 97 roj li dûv xwe hiştin. Di 1’ê Adarê de jî li tevahiya hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir, di roja 23’yan de dewam dike.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê. Di 8’ê Adarê de parlamenterên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.
Sedat Akin û Gurbet Ekîren dewam dikin
Sedat Akin jî li Hepsa tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê nedorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 76’an de dewam dike. Gurbet Ektîren a li Hepsa Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan jî di roja 67’an de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a li Wargeha Mexmûrê Fadîle Tok jî di roja 63’yan de dewam dike.
Em dadgehan boykot dikin
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê elaqedarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan deklarasyonek da. Girtiyan got, daxwazên wan ên bi 7 xalan heta ku bi cih neyên, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê rehîn in, Denîz Kaya deklarasyon da û got, “Gurzê Kawa yê ku bi ser mêjiyê dîktatore zalim de daweşiyaye, ji jiyaneke wekhev û azad re ya gelê ku bûye Newroz bûye nav, ku li dijî zextê, talanê, zilmê gotiye, êdî bes e, û li ber xwe daye. Pîrozkirina Newrozê ya mîna lehiyeke coşiyê, peyameke pirr zelal daye rejîmên dîktatoriya faşîst a qirrker û gotiye, me ti caran dev ji berxwedanê neqeriyaye.
Gotina Rêbertiya me, ‘PKK partiya Newrozê ye’ wate û girîngiya PKK’ê ya ji bo gelan datîne holê. Partiya me PKK ku di dorpêça faşîzmê de derketiye holê, zora hişmendiya zor a zorê biriye û civakîbûna xwe parastiye.
Bûyera berxwedanê ku bûye naveroka hemû xweşikiyên berz ên ku têkoşîna me ya azadiyê derxistî holê, di her cihê girîng ê jiyana demokratîk û azad û gelan geriyaye.
Em girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne girtin, ji bo ku rejîma faşîst di serî de tecrîda li ser Rêbertiya me rake, bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad, em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin. Em ên ku di nav berxwedaneke wiha de ne, em dixwazin diyar bikin ku em dadgehên AKP-MHP’ê boykot dikin û dernayên dadgehan. Heke zorê bi kar bînin û me bibin jî em ê parastinê nedin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
7 daxwazên girtiyên azadiyê
Girtiyan azadiyê li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dan zanîn ku ew ê berxwedana xwe û boykotkirina dadgehên Tirk dewam bikin; û ji bo dawîanîna li çalakiyên xwe jî ev daxwazên li jêr kirin:
- Bi çarçoveya yasayên berdest, mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasiyê xwe bi rengekî periyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.
- Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.
- Divê Rêbertiya me bi çarçoveya yasayên berdest karibe bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, karibe name, faksê û hwd. bişîne her deverê yan jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê birrîn.
- Divê mafê radyo û TV’yê yê Rêbertiya me bi misogerî neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd. yên ku dixwaze werin berdestkirin.
- Divê Rêbertiya me bi perîyodîk karibe hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.
- Ji bo ku şertên jiyana bi tenduristî ya Rêbertiyame werin çêkirin.
- Ji bo ku di çareseriya bi demokratîk û aştî de ya li ser pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê asteng werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.