Ciwanên endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad di çarçoveya hemleya Nehêle de bi şîara “Destûrê nede tecrîde’ êvarê li banliyoya Parîsê, Villiers Le Belê çalakiyek li dar xist.

Ciwanan nûçeya şewata li Girava Îmraliyê bi bîr xist û xwest parêzerên Rêber Apo û malbat karibin biçin giravê û Rêber Apo bibînin.

Ciwanan çalakiya xwe êvarê bi awayê îtaetnekirina sivîl kir. Ciwan li ser rêyên banliyoyê meşiyan, posterên Ocalan hilgirtin. Wan bi sloganên xwe doza serbestkirina Abdullah Ocalan kir. Piştî meşa saetekê ciwan hatin ber gara Villiers le Belê û gotin, ew ê çalakiyên xwe heta daxwazên wan bi cih bên, dewam bikin.

Li zanîngeha Bielfeldê çalakiya bi pankartê

Li Elmanyayê, li Zanîngeha Bielefeldê Jinên xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêber Apo, pankartek li hola giştî ya zanîngehê daliqandin. Li ser pankartê bi Elmanî “Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e; ji Ocalan re azadî” nivîsandî bû.

Rojên li pêşiya me li zanîngehê JXK wê bi navê “ji min re çîrokan nebêje” panelekê organîze bike û ji bo ewlehiya Abdullah Ocalan jî bi dersdar û profesorên zanîngehê re hevdîtinan bike.

 

 PARÎS/BIELEFELD