Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven, li bajarê Fransayê Strasbourgê mîtîngek hate lidarxistin.
Bi destpêkirina mîtîngê re bi deh hezaran kesî sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ gotin.
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di destpêka mîtîngê de got, gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan çalakiyan li dar dixe. Goksûngûr bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven jî û got: “Gelê Kurd wê faşîzmê hilweşîne û tecrîdê bişkîne.”
Berxwedan wê Kurdistanê azad bike
Piştî axaftina Goksûngûr, Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand. Bayik di peyama xwe de got, êdî tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Bayik wiha peyivî: “Berxwedana mezin a gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne û ew ê Ocalan û Kurdistanê azad bike. Divê em li dora pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ werin ba hev û têkoşînê li her derê belav bikin.’
Di mîtîngê de li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bal kişand ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û got, “Rojava jî tê de, bi berxwedana gelê Kurd a li her dera cihanê, wê tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin. Divê gelê me baş bizane, ew ê Efrînê jî azad bikin. Em ê bi Rêbertiya Azad re, Kurdistana Azad ava bikin.”
STRASBOURG