Nisêbîn guh nade qedexeya dewletê
Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve doh di roja xwe ya sisiyan de didomiya tîmên taybet pêr bi şev dest bi êrîşan kirin û heta doh serê sibê êrîş li dijî xelkê pêk anîn. Gelê Nisêbînê jî li hember qedexeya dewletê daket kolanan. Xelkê bi meşê qedexe şermezar kir û berxwedana 4 taxên din slav kir.
Li hember êrîşên polîsan jî gelê taxan nobeta parastina taxên xwe kir û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Welatiyên taxên Qijle, Zeynelabidîn, Devrîm û Barişê jî daketin kolanan û meş li darxistin. Çalakiyên welatiyan ên li hember qedexeyê didome.
Li aliyê din Welatiyên gundewarên Nisêbînê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li dijî Nisêbîn û Dêrikê meşeke protestoyî li dar xist û rêya hevrîşm a navneteweyî li çûnûhatinê girtin.
Dewlet har e, milet azad
Li navçeya Mêrdînê Dêrikê ku qedexeya derketina kolanan di roja 7'emîn de ye. Êrîşên dewleta Tirk û berxwedana xelkê navçê dewam dikin. Li aliyê din heyeta HDP'ê ya ku çû navçeyê rastî êrîşa polîs û leşkeran hat. Parlamenter Meral Daniş Beştaş û Çaglar Demîrel ji ber bombeya gazê rakirin nexweşxaneya Qoserê ji ber ku hêzên dewleta Tirk destûr nedan wan rakin nexweşxaneya Dêrikê.
Tîmên taybet ên Tirk ligel êrîşan nikarin berxwedana gel bişikînin û li taxa Cevîzpinarê ciwanê bi navê Fethî Ozyildiz li hewşa mala wî birîndar kirin. Ozyildiz piştî mudaxeleya destpêkê ya li Dêrikê rakirin Mêrdînê; hat zanîn ku jiyana Ozyildiz hîna di tehlûkeyê de ye.
Dewleta Tirk li Cizîrê dixe
Li navçeya Şirnexê Cizîrê polîsan taxa Yasefê gulebaran kir. Li gorî şahidan polîsan ji wesayîtên zirîhpûş yên li ser riyan li derdora Cizîrê hatibûn bicihkirin taxa Yafesê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatîyê bi navê Suleyman Kurtoglu birîndar bû. Piştî welatiyên taxê pê hesiyan ku Kurtoglu bîrîndar bûye, gazî ambulansê kirin û ew rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê. Piştî hewldana ewil Kurtoglu emeliyat kirin.
Dewleta Kujer wê hesab bide
Li aliyê din Cenazeyê Hacî Sosur ê ku doh li Cizîrê ji aliyê polîsan ve di dema çalakiya şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroyê Tahîr Elçî de hate qetlikirin, ji aliyê deh hezeran kesan ve hate definkirin. Piştî ku cenazeyê Sosur kete têketina bajêr girseya li ber avahiya HDP'ê ji bo pêşwazîkirinê heta Pira Kevn meşiyan. Girseyê cenazeyê Sosur bi zêmarên dayikan û dirûşma ciwanan a "Tolhildan" pêşwazî kir. Di meşê de xwişka Sosur siniya hineyê hilda. Di meşê de dirûşma "Dewleta kujer dê hesab bide" hate gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN