
Li hemberî êrîşên hikûmeta AKP`ê yên li dijî gelê Kurd û gundên navçeya Mêrdînê Nisêbînê, xelkê Kobanê daket qadan û kiryar û êrîşên Artêşa Tirk şermezar kirin, pê re jî piştgiriya xwe ya bi gelê Bakurê Kurdistanê re nîşan da.
Girseya qelebalix a ji gundên rojhilatê Kantona Kobanê bi xwepêşandanê kiryar û êrîşên desthilatdariya AKP`ê û dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi taybet êrîşên dawî li dijî gundê Xerabê Bava yê li Nisêbînê, şermezar kir.
Şênî li gundê Xanka ya 35 kîlometroyan li rojhilatê bajarê Kobanê kom bûn. Şêniyan wêneyên welatiyên gundê Xirabê Bavan ên rastî êşkenceyên dewleta Tirk hatî, alên TEV-DEM`ê û YPJ/YPG`ê hilgirtin.
Meşvanan pankartên lil ser wan nivîsandî ʺNa ji Erdogan reʺ hilgirtin ji deriyê ketina gund a başûr heta bi navenda gund meşiyan.
Di meşê de Endamê Rêveber ê TEV-DEM`ê Malik Mîtan axivî û got, êrîşên desthilatdariya AKP`ê li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê ne tiştekî nû ye, berevajî, hikûmetên Tirk li pey hev bê navber komkujî li dijî Kurdan dikirin. Malik Mîtan her wiha bi bîr xist ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ti carî dev ji berxwedsana li dijî van êrîşan bernedaye.
Mîtan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk tevahî rê û rêbazan ji bo şikandina vîna gelê Kurd pêk anîn, lê bi ser neket. Mîtan di dawiyê de bang li gelê Kurdî ê li Stembolê û Enqereyê bi cih bûyî kir ku hişyar bin û vegerin hembêza welatê xwe, hevgiritina Kurd hêz û çeka herî bi hêz e li heberî hikûmeta Tirkiyeyê.
KOBANÊ