Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera 17. a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê diyar kir, tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, ku prosesa komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîne û wiha dewam kir: „Di 17 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encam da Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe aniye merheleyeke bilindtir ku îro bi sedan şaredarî di destê Kurdan da ne, li parlementa Tirkiyeyê koma parlementerên Kurd û Kurdistanî hene û îro doza Kurd û Kurdistanê gav bi gav digihe zemînê xweseriya demokratîk.“


Gelê Kurd li ber xwe dide

Konseya Rêveber a KNK’ê bal kişand ser êrîşên dewleat Tirk ên li hemberî bajarên Kurdistanê û got, „Êrîşî Cizîra Bohta, Amedê, Nisêbînê, Şirnexê, Geverê, Hezexê, Farqînê û gelek deverên din dike. Êrîşê berxwedan û vîna gelê Kurdistanê dike. Li Cizîra Bohta bi êrîşên xwe yên hovane, jin, zarok, kal û pîr her kesî hedef digre, brîndaran dişewitîne û qetlîaman pêk tîne. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna gelê Kurdistanê bişikîne. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Niha jî bi awayekî fîîlî Rojavayê Kurdistanê topbaran dike. Bila dewleta Tirk bizane, Gelê Kurdistanê weke beriya 17 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneneteweyî vala derxist, îro jî ber xwe dide, wê heta dawiyê jî ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bîşkîne û wê welatê xwe azad bike.“

KNK’ê diyar kir, ku Kurd û Kurdistanî, bi tecrûbeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêveberên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin,di çarçoveya yekîtiya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serketinê.


Banga xurtkirina têkoşînê

KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê de careke din bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê bilind bikin, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.


FKÊ: Azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzîdî ye

Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) ji ber salvegera 17’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku ji aliyê gelê kurd ve wekî Roja Reş tê binavkirin daxuyaniyek weşand û komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê kurd hat lidarxistin, bi tundî şermezar kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewletên serdest bi vê komployê re xwestin pêşî li azadiya gelan û nasnameyên olî bigirin û ji bo berjewendiyên xwe sîstemên heyî bidomînin. Lê belê têkoşîna gelê kurd û Rêberê wê, ev planên navdewletî pûç kir. Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet banga me li gelê kurd û civaka Êzîdiyan e; bi ruhê berxwedana Cizir û Sûrê li ku derê dibe bila bibe tevli nava refên serhildana rûmetê bibin.“  navber dewam bikin. 


ANF/BRUKSEL