Parlemanterê HDP´ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku ji po pêçana birînên gel ên li qadên berxwedana xwerêvebiryê bûn mexdûrê terora AKP‘ê bê navber li Ewropayê di nava tevgerê de ye destnîşan kir ku gelê Kurd wê destûr nede mexdûrên derora dewletê hewceyî namedan bibin. 

Sariyildiz destnîşan kir ku di êrîşên 79 rojan de gunehên li dijî mirovahiyê li Cizîrê hatin kirin lê gel tevî hevqas êş jî hîna jî li ser piyan e. Sariyildiz diyarkir kuvê rastiyê pergala dewleta Tirk hov û harkiriye ji ber ku wan hêvî dikir ku piştî vê wehşetê Cizîr teslîm bibe, lê Cizîr hîna jî li ser piyan e.


Têkoşîn berdewam e

Sariyildiz têkildarî mijarê wiha axifî: “Piştî vêqas wehşetê wesaîtên wan ên zirxî di nav bajêr de digerin. Zarokê 7 salî diçe pêşiya wan, destê xwe dike kulm û li wesaîta wan dixe. Ev dîmen dibêje, têkoşîna me li dijî we wê bidome. Hisiyata Cizîrê ev e. Cizîr  vê gavê xerabe ye. Bi sedan mirov hatin qetilkirin, bi sedan zarok sêwî ne, bi sedan mirov girtîne, bi hezaran mal wêran bûne. Halê hazir sê heta çar malbat di xaniyekî hîna hinekî li ser piyan mayî de bi hev re dimînin. 

Pirraniya xelkê Cizîrê dîsa vegeriya, ev tiştekî baş bû. Ne weke salên 90´î dema gund dihatin şewitandin, gelek ji wan derdiketin derveyî Kurdistanê. Vê carê gelê me ji Kurdistanê dûr neket û ev tiştekî erênî ye. Gelê me fêm kir ku AKP dixwaze Kurdistanê vala bike, gelê me jî Kurdistanê vala nake û li ber xwe dide. “


‘Em bi hev re birînan dipêçin’

Sariyildiz destnîşan kir ku weke HDP’ê herî zêde ew rastiya Cizîrê fahm dikin û dizanin ji ber ku gelê Cizîrê bi rêyeke gelekî xwurt HDP destek kiribû wiha berdewam kir: “Em partiyeke siyasî ne ku ji sedî 95´ê dengê bajêr girt li Cizîrê. Ji ber wê em ji hev fêm dikin, em yek in. Ev gunehekî pirr mezin ê li dijî mirovahiyê bû. Divê herkes bi vî gunehî re rûbirû bibe, ne bi tenê Kurd, Ewrûpa jî dinya jî. Ev xebateke me ya esasî ye. Em dikin ku ev wehşeta li Cizîrê bixuyê. Wekî din, siyaseta demokratîk bi rengê mumkin e dewam dikin. Em diçin nav gelê xwe, em dîsa li wan taxan in. Em bi hevdu re birînên xwe dipêçin. Em di rêxistinkirina gel de bi xwe cihê xwe digirin. Em tevî kampanyaya xwedîderketina li Cizîrê û li Kurdistanê dibin. Ji bo ku gelê me û zarokên me hewceyî nemerdan nebin tişta dikeve ser milê me em dikin. “


‘Hêrsa gel ne hate rêxistin kirin’

Parlementer Sariyildiz têkiladarî kêmasî û qelsiyên di pêvajoyê de derketin jî wiha got: “Kêmasiyên me di vê pêvajoyê de derketin. Beriya her tiştî, li dijî vê hovîtiyê gelê me gelekî hêrs dibe. Me nekarî vê hêrsa gelê xwe kanalîzeyî jiyan û nerazîbûneke rêxistinkirî bikin. Ev kêmasiya me bû. Weke partiyeke siyasî me baş pêşengiya vê yekê nekir. Wehşeteke wisa, ev cara pêşiye diqewime. Me xwe di nav qiyametekê de dît. Dibe ku hin gazin ji me hebin, lê gelê me li dijî pergala zilmê li gorî berê sed qet hezar qet bêhtir aciz e.”


Bi sedan zarokên sêwî

Têkildarî asta hovîtiya hate kirin û rewşa heyî ya mexdûrên terora dewletê yên li Cizîrê de jî Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz ev agahî parve kirin: “ Bi sedan zarok sêwî man. li Cizîrê 259 kesan jiyana xwe ji dest da û pirraniya wan zewicî bûn û xwedî zarok bûn. Ev kes jî bi pirranî xaniyên wan hatin xerakirin. Li holê man ev kes. Dewletê di vê hovîtiyê de jî şantaj li wan kir û got, “Heke hûn bibêjin, “rêxistina terorîst” ev zerar daye me, em ê tezmînatê bidin we, lê belê gelê me xwe wisa kêm nekir. Ji ber wê jî mexdûriyeke mezin heye, me jî ev mexdûrî dît, me kampanyayek da destpêkirin.”


Xwedîderketin heye lê têrê nake...

Sariyildiz têkildarî encamên xebatên li Ewropayê de jî ev agahî dan: “Li Ewrûpa gelê me heta astekê xwedî li Kurdistanê derket, heta vê gavê bêhtirî 3 hezar malbatan, bi malbatên li Kurdistanê re bûn xwîşk û bira. Ev tiştekî hêja ye, lê wehşet ewqasî mezin e û bi hezaran, dehhezaran mexdûriyet hene û divê ev xwedî derketin zêdetir bibe. Divê em zarokên xwe yên sêwî mayî hewceyî nemerdan nekin. Orhan Dogan birayê Mehmet Dogan bû, şeva di jêrzemînê de hat şewitandin, dayika wî telefonî wî kir û gotiyê, kurê min layê te çêbû. Wî gotiye, bila navê wî bêkes be. Ango şikestineke heye. Divê em vê hesta şikestî tamîr bikin. Bi têkjoşîna xwe, bi xwedîderketina li van malbatan.”


Ez dikarim goreyan birîsim

Sariyildiz têkildarî hestên malbatên ku ji Ewropayê piştgiriya gelê xwe digirin de jî ev serpêhatî parve kir: “Malbateke me ya ji Pazarcixê bû, ji min re got, “me xwe negirt, me got em herin wê malbatê bibînin ku em pê re bûne hevpar.  Beriya wê, me telefon kir, dayikeke şêst salî bû, wê got, ez dixwazim ji we re goreyên rîs çêkim, bersivekê bidim alîkariya we. Hingê dema dayikê ev got ez girîm. Ya rastî dema guh da van gotinan kela girî kete qirika min jî. Ew malbat çû Kurdistanê, hev dîtin. Encax bi vî şiklî em karibin van rojên zehmet li dûv xwe bihêlin.”


Bi sedan civîn pêk hatin

Parlementer Sariyildiz di nirxaninên xwe de têkildarî ast û encamgiriya hevdîtin û hewldanên li Ewropayê dimeşînin de jî agahiyên girîng dan: “Heta niha li nêzîka de dewletan li sedan bajaran civînên gel çêkirin. Wekî din me bi saziyan, dostan re jî civîn li dar kirin. Me her weha carinan bi hikûmet, bi wezîr û parlemanteran re jî hev dît. Ya min dît, Ewrûpa Erdogan nas dikin. Dema em dibêjin Kurd û Kobanê em rastî sempatiyekê tên. Lê ya ku siyaseta wan diyar dike têkiliyên navdewletî ne û bi dewletan re wicdan nîne. Pragmatîst in. Lê ez dibêjim, hêdî hêdî fêm dikin ku ev siyasetên wan ên pragmatîst wê rojekê li wan vegerin.

Sazî û dezgeh hin alîkariyêîn sembolîk dikin, sê sazî heryekî li du yan sê malbatan xwedî derketin; hin xebatkarîn van saziyan şexsî tevlî kampanya malbata hevpar bûn. Du parlemanterên îtalî jî tevlî kampanyayê bûn.”


LUQMAN GULDIVÊ