Hevserokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, beriya mîtînga li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya dîlên azadiyê ku 64 roj in çalakiya xwe berdewam dikin, li navçeyên Mêrdînê ziyaretek pêk anîn. Demîrtaş, li navçeya Dêrikê a Mêrdînê civîna gel pêk anî.
Demîrtaş li gel parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din bi karwanekî mezin hatin navçeya Şemrexê û li wir jî derbasî navçeya Dêrikê bûn. Heyeta BDP'ê ewil avahiya BDP'ê ya Şemrexê ziyaret kir û pişt re li Gundê Teznê mala endamê Meclisa Giştî ya Bajar Emanet Eneş ê bi guleya polîsan birîndar bû ziyaret kir.
Demîrtaş ev tişt got: “Divê baş bê zanîn ku berxwedana girtiyan bi biryarek mezin berdewam dike. Berxewdan bi rûmet ji bo azadiya gelê Kurd bi biryar berdewam dikin. Çangoriyên zindanan bedena xwe dane ber mirinê. Em berxwedana wan li Dêrikê silav dikin.”
Demîrtaş, anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî polîtîkayên faşîzane ên AKP'ê hatiye destpêkirin, dê têkoşîna ciwanên Kurd faşîzma AKP’ê têk bibe. Demîrtaş, xwest gelê Kurd û ciwanên Kurd saet bi saet têkoşîn û berxwedana xwe bilintir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî ez bang li ciwanên me dikin û dibêjim divê hemû ciwanên Kurd saet bi saet, saniye bi saniye berxwedana xwe mezin bikin.”
Demîrtaş, da zanîn ku hişmendiya AKP'e ya ku zimanê zikmakî, nirxên Kurdan û vîna Kurdan qebûl nake dê bi têkoşîn û berxwedana Kurdan ji ser axa Kurdistanê biceheme û wiha pêde çû: “Hişmendiya faşîst a ku ziman, nasname û mafê me qebûl neke dê li ser axa Kurdistanê bicehime. Em dê mil bidin mil û têkoşînê pêş bixin. Dayikan bedelê herî mezin zarokên xwe dan û hê jî zarokên xwe di vê riyê de dini.”
Demîrtaş diyar kir ku zarokên vî gelê ev 64 roj in di greva birçîbûnê dene û wiha axivî: “Ev zarok ne ji pêşeroja xwe ji bo nasname, ziman, çand û nirxen gelê Kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo li ser vê axê mirin pêk neyê. Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan berxwedana ciwanên Kurd nîşanî hemûyan dan. Li zindanan berxwedanek mezin nîşan da. Bila zanibin ku di nava zîndanan de dîwar tune.”
Demirtaş, destnîşan kir ku dê berxewdana zindanan û serhildanan kolanên metrepolan azadiyê pêk bîne û xwest gelê Kurdê li bajar û metrepolan dakevin kolanan û piştgiriyê bidin berxwedana zindanan.
Demîrtaş, bi konvoya ji sedan maşîne pêk dihat derbasî Qoserê.  

DÎHA/MÊRDÎN