Divê em li ber xwe bidin da ku kultura xwe biparêzin. Ji ber wê û ruxmî derfetên kêm û tinebûna navendeke taybet, em xebatên xwe bi armanca parastina kultura xwe ji qirrkirinê, dewam dikin. CAFER CAFO-XANDÎ ELO ANHA/ ŞEHBA Bi armanca xurtkirina tevgera çand û huner û rê li ber hewldanên dagirkeran ji bo tinekirina çand û toreya gelê Kurd ya Efrînê bigirin, komên hunerî li Şehbayê xebat û têkoşîna xwe ji bo parastina çand û huner didomînin. Gelê Kurd li herêmên Rojava rastî înkar, çewisandina çand û ziman û bişaftinê di dema serweriya rêjîma Baesê de hat. Niha ev hewldan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê didome. Lê gelê Kurd bi armanca parastina çand, huner û zimanê xwe di hemû waran de têkoşînê didomîne. Di salên Şoreşa Rojava de ku 19’ê Tîrmeha 2012’yan dest pê kiriye, beşên hunerî û çandî li Efrînê bi awayekî berbiçav bi pêş ketin. Gelek komên hunerî û yekitiyên çandî hatin avakirin û her wiha gelek mihrîcan û çalakiyên hunerî û çandî hatin orgenîzekirin. Şûnwar hilweşandin Piştî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişên li dijî dîrok, çand û rêûresma Efrînê jî bi armanca qirrkirina nasnameya civakê, hatin zêdekirin. Dagirkeran bi zanabûn şûnwarên kantonê wêran kirin. Bi armanca rê li ber van hewldan û binpêkirinan bê girtin, Desteya Çand û Huner a Til Rifetê li Şehbayê dixebite û hewl dide çanda herêmê biparêze. Tevî ku derfetên aborî kêm in jî, Desteya Çand û Huner a Kantona Efrînê, rojane ji bo xurtkirina tevgera çandî û hunerî bi rêya jinûvebirêxstinkirina komên hunerî di hemû weran de dixebite. Halê hazir, 6 komên hunerî girêdayî desteyê ne. Ji ber tinebûna navenda perwerdeyê, odeyek ji navenda komîna Til Rifetê bi vê mebestê hate diyarkirin. Kom li gorî rêzê perwerdeyên xwe dikin. Ji zarokan heta bi ciwan û kalûpîran Têkildarî komên govendê, koma kesên temenmezin bi navê ‘Kevneşopî’ heye. Ev kom di çalakiyên hunerî û çandî de ku car caran li dar dikevin, berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin. Her wiha komên zarok, ciwanan hene û komeke taybet a jinên ciwan heye. Ev kom ji bo beşdarbûna çalakiyan, perwerdeyên xwe dimeşînin. Berxwedan ji bo parastina çandê Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Desteya Çand û Huner a Til Rifetê, Rêzan Bekir destnîşan kir ku dagikeriya Tirk di êrişên xwe de li dijî Efrînê çand, rêûresm û dîroka gelê Kurd bi armanca tinekirina hebûna Kurd, kir hedefa xwe. Rêzan wiha domand: “Divê em li ber xwe bidin da ku kultura xwe biparêzin. Ji ber wê û ruxmî derfetên kêm û tinebûna navendeke taybet, em xebatên xwe bi armanca parastina kultura xwe ji qirrkirinê, dewam dikin.” Ji aliyê xwe ve endama koma ‘Çiyayê Mîra’ ya stranê, Evîn Bîlal destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di radeya yekemîn de çand û hunerê Efrînê kir hedef û got, “Karê ku niha em dimeşînin, bersiva wan binpêkirinan e û heta rizgarkirina Efrînê em ê bixebitin. Bi bawerî û vîneke xurt em kar dikin û têdikoşin.”