Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Bestayê di encama êriş û operasyonan de, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Delal Amed jî di nav de 13 gerîla bi berxwedaneke mezin şehîd bûne. 

Di daxuyaniya nivîskî ya navendê de hat gotin, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo qirrkirina Kurdan temam bike, hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Ji ber êrişên desthilatdariya faşîst, her roj şer diqewime. Hêzên me yên gerîla li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin, hem bi berxwedanê hem jî bi rihê êrişê, çalakiyan dikin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide." 


Gerîla êrişên faşîst pûç dike

HPG´ê bi bîr xist ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne, her wext mohletan dide ji bo tinekirina hêzên gerîla û wiha dewam kir: "Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû gotibû, ew ê gerîla wê heta 20'ê Mijdarê biqedînin. Li dijî gotin û daxuyaniyên şerê taybet ên AKP'ê, gerîla li çiya û bajarên Kurdistanê destanên berxwedanê dinivîsînin. Gotin û êrişên faşîst pûç kirin û hê jî pûç dikin."


Delal Amed û 12 gerîla şehîd bûn

HPG´ê da zanîn ku yek ji berxwedana herî girîng a gerîla li herêma Besta ya Botanê pêk hatiye û ev agahî li ser vê berxwedanê dan: "Artêşa TC a dagirker 3'ê Mijdarê bi desteka hewayî, hêzeke berfireh a eskerî û bi beşdariya bi sedan kontrayî li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Ji roja destpêkê ve li qada operasyonê şerekî giran qewimî. Li dijî gelek hêzên dijmin ên dixwestin ji bejahî ve bi pêş ve biçin, hêzên me yên gerîla çalakiyên bi bandor kirin. Artêşa TC ji ber ku nekarî li dijî gerîla şer bike, mîna her carê serî li hêza teknîkê da û ji hewayê ve bi bomberdûmanê xwest encamê bigire. Di dema vê operasyonê de ku hê jî dewam dike, dijmin gelek kuştî dan. Şehîdên me jî çêbûn.

Li gorî agahiyên ji qada şer hatin û zelal bûn, hevala me Delal Amed a di fermandariya herêma Botanê de cih digirt û komek ji hevalên me bi lehengî li ber xwe dan û di encama vê berxwedanê de gihîştin şehadetê."


Dilsoza rêbertiyê milîtaneke fedakar

HPG´ê bi bîr xist ku Delal Amed (Hulya Eroglû) sala 1975'an li Amedê ji dayik bûye û ji sala 1992'an ve di nava refên têkoşînê de bûye û wiha dewam kir: "Hevala me Delal heta dawiya jiyana xwe bi Rêbertî û partiya me re dilsoz bû û milîtaneke fedakar bû. Hevala me Delal bi kesayetiya xwe ya fermandar derkete pêş û hevaleke me ya ku ji aliyê eskerî ve xurt û fermandareke fedayî bû. Hevala me Delal, endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Hemû erk û wezîfeyên xwe bi ruhekî gelekî mezin ê serketinê bi cih anîn. Yek ji wan hevalan bû ku li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk berxwedana gerîla koordîne dikir. 

Tevî hevala Delal, 12 hevalên me yên ku li qadên cuda yên Bestayê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn, her yek ji wan bûn abîdeya berxwedanê. Di serî de hevala Azê Malazgîrt, hemû hevrêyên me yên şehîd bûn, wê bibin navê meşa bi eşqa azadiyê ber bi serketinê ve. Dilsoziya bi bîranîna wan re wê ji bo serketinê bibe yekane çavkaniya me."


Nasnameya şehîdên Besta

HPG´ê nasnameya gerîlayên şehîd bûyî wiha eşkere kir: Delal Amed (Hulya Eroglû) ya li Amedê ji dayîk bûyî 11'ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Azê Malazgîrt (Asli Ozkaya) ya li Izmîrê ji dayîk bûyî 11'ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Agît Ozgur Ronî (Sercan Baran) ê li Êlihê ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Dîcle Erdem (Zelîha Karatay) a li Agirî ji dayîk bûyî 11'ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Firat Tolhildan (Mehmet Şîrîn Îşlak) ê li Şirnexê ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Hozan Mizgîn (Serhat Ozcan) ê Êlihê  ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Ronahî Amed (Ferfûre Ûçakan) a li Amedê ji dayîk bûyî 11'ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Viyan Rûken (Ceylan Gungen) a li Şirnexê ji dayîk bûyî 11'ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Viyan Mazlûm (Gulê Cumo) a li Helebê ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Zozan Herekol (Evîn Çetînkaya) a li Êlihê ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Zozan Cûdî (Zozan Temîr) ya Qamişlo ji dayîk bûyî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Doktor Şoreş 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû; Ferhat Mamxurî 15’ê Mijdara 2017´an li Besta/Şirnexê şehîd bû. 


NAVENDA NÛÇEYAN