
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakê Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan têkildarî pêşketinên li herêmê, rewşa rojavayê Kurdistanê, sedema êrîşên li herêmên Efrîn û Kobaniyê û her wiha asta tevgera gelê Kurd li Rojava ji ANF'ê re nirxand. Karayilan destnîşan kir ku pêvajoyeke gelekî girîng li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê tê jiyîn û di demeke kin de bidest xistina destkeftiyên ên li Rojava wiha rawe kirin: "Li Sûriyeyê beşa civakê ya zane û herî rêxistinkirî Kurd in. Lewra jî bi pêşketinên li Sûriyeyê re bi lezgînî tevgeriya û kete pêvajoya şoreşê. Pêvajoya ku di 19'ê Tîrmehê de li Kobaniyê dest pê kir û pêl bi pêl li tevahiya Rojava belav bû û bingehê xweseriyê hate avêtin, rêxistinbûyîn, sazîbûn û avakirina Yekîneyên Parastina Gel ên beranberî hemû êrîşan gel, xak û destkeftiyan diparêzin, asta pêşketin û zanistiya Kurdan nîşan dide."
Stratejî şoreşa Sûriyeyê ya demokratîk e
Karayilan têkildarî stratejiya siyaseta Kurd a rojavayê Kurdistanê jî destnîşan kir ku li ser bingehê demokratîze kirina Sûriyeyê stratejiyek hatiye avakirin, lê belê ji ber êrîşên heyî çek mîna amûra xweparastina rewa ketiye dewreyê. Karayilan têkildarî stratejiya çareseriyê ya siyaseta Kurd li Sûriyeyê jî ev nirxandin kir: "Xeta siyaseta Kurd alîgirî şoreşa Sûriyeyê ye. Têkoşîna çekdarî esas nagire û şoreşeke bi rêbazên siyasî diparêze. Lê belê ji ber mudaxeleya hêzên derve têkoşîneke çektarî tê jiyîn. Kurdan ji detpêkê ve xeta sêyemîn esas girt û bêalî man. Yanî ne rijîm destek kirin, ne jî bi muxalefeta çekdar re tevgeriyan. Çek tenê ji bo parastina rewa girtin dest; naxwe perspektîf û polîtîkayeke şoreşeke çekdarî esas ne girtine."
Tahamûlî serkeftina Kurdan nakin
Karayilan destnîşan kir ku Kurdan bi polîtîkaya guncav a di cî de xwe parastin, bûne xwedî hêz lewra di serî de dewleta Tirk gelek derdoran ev yek qebûl nekirin û wiha bi nirxandina mijarê de çû: "Derketina pêş û bûyina hêz a Kurdan di serî de dewleta Tirk ji aliyê gelek hêzan ve nehate qebûlkirin. Ji ber vê yekê hewldanên ji bo asteng kirina îradebûna Kurdan hatin meşandin. Gelek derdoran îdîa dikir ku di çerçoveya pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin re wê polîtîkaya me ya ji bo rojavayê Kurdistanê were guhertin. Hin derdorên çepgir ên Tirkiyeyê jî heman fikar bilêv kirin. Lê r astî ne wisa bû. Beriya her tiştî li rojavayê Kurdistanê destek kirina xeta sêyemîn helwesteke prensîbî ye. Ev helwest û prensîba me ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Lewra em xeta li Rojava jî rast dibînin. Li dij vê helwest û xeta dicî de bi taybetî dewleta Tirk muxalefeta çekdar detek kir û berê wê da herêma Kurd û gelek êrîşên van koman li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê pêk hatin. Êrîşî wargehên Kurdan kirin. Lê belê hemû êrîşên pêk hatin tev bi berxwedanê hatin rawestandin û têkbirin."
Xwestin yekîtiya Kurdan têk bibin
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan bibîr xist ku dewleta Tirk bi şandina komên çete ya ser Kurdan bi sînor nema û wek hedefeke bingehîn astengkirin, têkbirina yekîtiya Kurdan danî ber xwe. Karayilan hewldanên li derve hiytina PYD'ê û bêbandorkirina Desteya Bilind a Kurd de jî wiha axifî: "Ji ber cîhgirtina PYD'ê di şexsê Desteya Bilind a Kurd de dewleta Tirk li dij tevahiya rêxistinên Kurd helwesteke neyînî nîşan da. Tevî ku PYD rêxistina herî bihêz a Rojava bû û yekîtiyeke beyî wê ne dibû jî, israr kirin ku di nava Desteya Bilind de PYD cîh negire. Lewra pêvajoya yekîtiyê bi qolinc derbas bû. Lê belê roj bi roj îradeya Kurd bi hêz bû û bi taybetî rêxistinbûyina YPG'ê berfireh bû gihişt vê asta bilind."
Karayilan diyarkir ku hêzên dij Kurd hêna jî îradebûna Kurdan ranagirin lewra jî di her derfetê de êrîş dikin û têkildarî êrîşên li ser Heleb û Efrînê dijwar bûn de ev nirxandin kir: "Li Helebê di navbera hêzên dewletê û YPG'ê de şer rû dide. Ji ber êrîşên hêzê dewletê 500 hezar Kurdî ji Helebê koç kir. Ji ber bi tank, top û balafiran êrîşî taxên Kurdan dikirin. Li aliyê din hêzên muxalefeta çekdar hewl didin bikevin Efrînê û dorpêç kirine. Qaşo bi birçî hiştinê dixwazin teslîm bigirin. Li aliyekî Efrînê Tirkiye heye. Li aliyê din qaşo hêzên çekdar hemû rêyan digirin û hewl didin gel û yekîneyên li ber xwe didin birçî bihêlin û ji ber bêderfetiyê wan teslîm bigirin. Ev 20 rojin hêzên xwe mîna 'artêşa azad' binav dikin lê ne diyar e ka çiqasî azad in tevî ku hêzên rejîmê li beranberî wane jî êrîşê gelê Kurd ê mazlûm ku bi salan bû qurbanê polîtîkayên kirêt ê heman rejîmê dikin."
Berxwedana YPG'ê dîrokî ye
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê helwesta van kom û hêzên çekdar a li dij Kurdan mîna tevgereke der mirovahî nirxand û destnîşan kir ku cihê helwesteke bi vî rengî di Îslamê de, di tu şêweyê şoreş û felsefeyê de tune ye. Karayilan diyarkir ku êrîşkirina van hêzên qaşo dibêjin 'êmê Sûriyeyê azad bikin' a li dij gelê Kurd ê mazlûm rastî û karakterê wan radixe ber çavan. Karayilan sekna YPG'ê ya li dij van êrîşan jî mîna berxwdena dîrokî binav kir û wiha got: "Li Efrînê berxwedana hêzên YPG'ê ya bi hevkariya gel berxwedaneke dîrokî ye. Gelekî bi nirx e. Li wir ji bo gelê Kurd şerê rûmet û nasnameyê tê dayin. Berxwedaneke şerefê tê bipêşxistin. Her kesê ku bêje 'ez mirovim' pêwiste li vê berxwedana binirx û lehengiya gelê me ya li Efrînê xwedî derkeve. Ev berpirsiyareke mirovî û welatparêzî ye.
Kampanya hevkariyê xurt bikin
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan bal kişande ser rewşa xeter a bi taybetî gelê herêma Efrînê û tevahiya rojavayê Kurdistanê û banga ketina tevgera lezgîn a ji bo hevkariya Rojava li gelê Kurd ê çar parçeyan û Ewropayê kir: "Ji ber koça ji Helebê nifûsa Efrîbê bûye du qat, rewşeke mirovî ya xeter li vir heye. Bi dorpêça li ser Efrînê hewl tê dayin birçîbûn li ser gel were ferz kirin. Ji ber vê yekê jî ji Ewropayê hata bakûrê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê divê kampanyayên bi bandor ê ji bo piştgirî û alîkariya gelê Efrîn û Kobaniyê bikevin dewreyê. Meşandina kampanyayan û gihandina gelê mexdûr a pêwistiyên bingehîn gelekî jiyanî ye. Her çiqas dorpêç jî hebe bi rêbazên cuda alîkarî dikare were şandin. Piştgirî û alîkarî ya ji bo gelê me yê bi lehengî tevî dorpêç û êrîşan jî li ber xwe dide gelekî watedar e. Divê madî manevî piştgiriyeke xwurt were nîşandan. Di vê çerçoveyê de ez bang li tevahiya gelê me û hemû derdorên xwedî helwesta mirovî ne dikim ku xwedî li vê lehengiya gelê Efrînê derkevin û ji wan re bibin piştgir. Şik û gumana min nîne ku ev sekna mirovî wê bigihje serkeftinê û ji ber helwesta qehremanî di serî de gelê Efrînê tevahiya gelê Rojava bi rêzdariyeke mezin silav dikim."
Serdanan Rûsyayê serkeftî bû
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan têkildarî xebatên dîplomatîk ê Desteya Bilind a Kurd û bi taybetî serdana fermî ji bo Rûsyayê jî anî rojevê û weke pêngaveke serkeftî binav kir. Karayilan derbarê encamê serdana Desteya Bilind a Rûsyayê de nerînên xwe wiha parve kirin: "Tevî hin pirsgirêkên heyî jî Desteya bilind a Kurd xabatên girîng dimeşîne. Serdana Rûsyayê girîng bû û encamên wê erênî bûn. Kurd hêza herî rêxistinkirî û xwedî polîtîkaya herî rast in. Lewra divê li ser navê xwe beşdarî platformên navnetewî bibin. Ev mafekî xwezayî ye. Lê belê ji ber vetoyên Tirkiyeyê, helwesta pêşhikûm a muxafeleta Sûriyeyê û lawaziyên di siyaseta Kurdan de li ser navê xwe beşdarî komcivîn û platformên navnetewî nebûn. Tenê hin kom beşdar dibûn. Agahî hene ku Desteya Bilind a Kurd ji bo Konferansa Cenevreyê hatiye vexwandin. Ev serkeftineke girîng a gelê Rojava ye. Beşdarbûna Desteya Bilind a Cenewreyê wê were wateya derbaskirina astengî û vetoyên heta niha li ser gelê me dihatin meşandin. Li gor min serkeftineke dîplomatîk û encameke girîng e. Kurd xwedî wê hêzê ne ku di Sûriyeya demokratîk a paşerojê de karin roleke çalak bileyizin. Kurd dikarin nirxên giranbûha li demokratîkbûn û biratiya gelan a li Sûriyeyê zêde bikin. Di sazkirina jiyana hevpar a mezhep, netew û beşên cuda yên civakê de siyaseta Kurd roleke girîng dikare bileyize. Asta niha derketiye holê nîşan dide ku Kurd wê roleke girîng di paşeroja Sûriyeyê de bileyizin.
Divê DBK hemû beşan himbêz bike
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan têkildarî pirsgirêkên yekîtiyê û helwesta hin rêxistinên Kurd a di radeya xiyanetê de xwe daye der de jî nirxandin kirin û bi van gotinan li ser girîngiya himbêzkirina Desteya Bilind a Kurd a hemû beş û tevgerên Kurd rawestiya: "Li gor agahiyan di êrîşên li derdora Efrînê li ser gundên Kurdan de hin komên xiyanetê yên Kurd jî cîh digirin. Derdikeve holê ku hin komên xiyanetê di nava êrîşên ji derve yên li dij gelê Kurd de cîh digirin. Hin tevgerên Kurd ji yekîtiya ku hatibû îlankirin bêzar bûn. Encamên pratîkî yên vê yekê xwe didin der. Ji bo çareserkirina vê yekê niha guftûgo dikin. Ev hewldaneke ji bo pêkanîna yekîtiyeke bihêztir e. Divê derfet were dayin ku hemû derdor karibin di nava Desteya Bilind a Kurd de xwe îfade bikin. Bi şêwazê koalîsyonê rêvberiyek, li ser perspektîfa hêzeke tenê ya leşkerî herkes di nava xabatên parastinê de cîh bigire. Ez hêvîdarim ku pêvajoya diyalogê ya hatiye destpêkirin wê bigihije serkeftinê. Ji bo çareseriyeke di vê mijarê de hewldan û pişgiriya me jî heye. Bi çareserkirina van pirsgirêkan re wê îradebûna Kurdan biser bikeve û rola xwe ya dîrokî bicîh bînin û di Sûriyeya demokratîk de wê Kurd bibin hêzeke bingehîn. Di nava du salan de fedakariya hatiya nîşandan, lehengî, dîrayet, sekna rêxistinî û polîtîkayên rast bingehê serkeftinê afirandiye. Şik û guman tuneye ku gelê me wê li ser vî bingehê misoger bigihije sereftinê."
Konferansên Yekîtiyê girîng in
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê silav kir û destnîşan kir, ku ew encam û biryardariya di konferansê de derketiye holê erênî dibînin û tevlê dibin. Karayilan got, "Em weke tevger, li pişt van biryarên konferansê ne û piştgiriyê didin. Lê ya girîng ew e, ku civata konferansê di dema pêş de li xwedî van biryardariyên xwe derkevin, bicihanîna wan bişopînin û di çareseriya demokratîk de roleke girîng bigirin ser milê. Ev konferansa li Bakurê Kurdistanê pêk hat, dikare ji bo diyarkirina çarenûsa gel ê me, xwedî roleke mezin be. Pêkhatina konferansek bi vê astê, ji bo rastiya netewa demokratîk û çareseriya wê girîng e. Ji ber vê yekê, tevlêbûna nûnerên Asûrî, Suryanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, îsa Êzidî û Elewî, ji bo rastiya netewa demokratîk gelekî girîng e. Bi dîtina min, di konferansê de rastiyek heye ku ji aliyê herkesî ve têrker nehatiye dîtin. Ew jî; gelê Kurd bi ked û berdêlên mezin hatiye vê qonaxê. Nêzî 20 hezar zarokên vî gelî şehîd ketine. Divê gelên Kurdistanê û tevahiya rêxistinên Kurdistanê, xwedî li van nirxên xwe derkevin."
Konferansa li Ewropayê
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkek navnetewî ye, lewma Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Derveyî Welat, ku wê li Ewrûpayê bê lidarxistin, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî girîngiyeke mezin e. Karayilan got, "Bi dîtina me, pêwîste di vê konferansê de daxwaz û projeyên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd werin kifşkirin. Divê beşdarên konferansê, bi tenê bi konferansê sînorkirî nemînin, hewldanên xwe her dewam bikin."
Karayilan ba kişand ser girîngiya yekitiya gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û diyar kir ku pêknehatina vê yekitiyê kêmasiyeke ciddî ye. Karayilan weha peyivî: "Platforma Konferansa Netewî ya li Hewlêrê li hev kom bibe, dikare bersivê bide vê pêwistiyê. Armanca me ya niha ev e. Li vê platformê wê li ser piştgiriya netewî ya navbera Kurdan û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Eger ev gotûbêj bigihêjin encameke baş, wê di roj an jî hefteyên pêş de komîteya amdekar weer avakirin. Hêvîdarim wê sala 2013'an bibe sala yekitiya Kurdan."
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan nûçeyên îdîa dikirin Ocalan name ji Barzanî re şandiye de jî got: "Nameyeke taybet tineye. Lê Rêberê me bi rêya şandeya BDP'ê ji me re beriya niha nameyek şandibû û di nameyê de jî silav li Birêz Mesût Berzanî, Birêz Nêçirvan Berzanî, Birêz Noşîrvan Mûstafa û Birêz Mam Celal kiribû û ji wan re tenduristiyeke baş û serketin xwestibû. "
'Pêvajo tê sabote kirin'
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di pêvajoya vekişînê de di şûna kêmkirina karên leşkerî de amadekariyên şerekî giran tên kirin û ev yek di nava Kurdan de rê li ber fikaran vedike. Karayilan got, "Dewlet ji bo pêvajoyê têk bibe, çi ji dest tê dike. Xwe ji bo şer amade dike." Karayilan ragihand, ku nuqteyeke girîng a pêvajoyê afirandina civaka demokratîk a sivîl e û destnîşan kir, ku zêdekirin an dewamkirina cerdevanan, li dijî giyana civaka demokratîk û sivîl e."
Karayilan bal kişand ser zêdebûna firînên balafirên keşfê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, "Keşif, amadekariya çalakiyê, amadekariya êrişa hewayî ye. Eger niyeteke wan a bi vî rengî nebaş tinebe, hingî ev keşif ji bo çiye? Me berê jî gotibû, ev hewldan, pêvajoya vekişînê lawaz dikin. "
Karayilan bal kişand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo serketina pêvajoyê û diyar kir, ku tevî vê rastiyê jî tecrîda li ser Ocalan bi dijwarî dewam dike. Her wiha Karayilan ragirtina siyasetmedarên Kurd li girtîgehên Tirkiyeyê nirxand û got, "Yên siyasetê bimeşînê di zindanê de tê ragirtin, gerîla jî xwe vedikişîne. Hinê dixwazin çi bikin?"
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ragihand, ku di pêvajoya çareseriyê de êdî qonaxa duyemîn destpê kiriye û destnîşan kir, ku qonaxa duyemîn jî ji kar û wezîfeyên dewlet û hukûmetê pêk tê. Karayilan ji bo qonaxa duyemîn got, "Divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin, naxwe pêvajo nameşe. Pêwîste hukûmet nêrîna xwe ya li ser cerdevanî û qereqolan rave bike û di van mijaran de gavên pê bawer biavêje."
DENÎZ KENDAL/ANF/BEHDÎNAN