Li navçeya Kelar a Germiyanê êşên Şengaliyan û berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di pêşangehekê de hate nîşandan.

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Germiyan bi alîkariya Mala Ronakbîrî ya Şehîd Selam li Hola Rewşenbîrî ya navçeya Kelar a Germiyanê bi boneya salvegera fermana Şengalê, têkildarî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û êşên Şengaliyan pêşangehek vekir.

Di pêşangehekê de gelek wêneyên Şengaliyan ên dema fermana 73’an û berxwedana gerîla ya li Şengalê li dijî DAIŞ’ê kirî hatin nîşandan. Wêne ji aliyê Wênekêş Elî Erkadî ve hatibûn kişandin. Elî Erkadî xelkê navçeya Xaneqînê ye û niha li derveyî welat dimîne.

ROJNEWS/KELAR