Li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiyan berxwedana YPS û YPS Jinê her diçe xurttir dibe. Nexasim jî li navçeya Mêrdînê Nisêbînê ziyanên mezin digihêjin çekdarên dewleta Tirk. Çekdarên dewletê yên ku nikarin berxwedanê bişkînin, Nisêbîn, Gever û navenda Şirnexê didin ber topan. 


Çekdarên AKP´ê di bin xirbeyan de man

Li Nisêbînê berxwedan di roja xwe ya 22´yan de ye. Dema çekdarên dewleta Tirk ên pêr bi şev hewl dan bikevin taxên li Nisêbînê, li bersiva YPS'ê rast hatin. Di encama çalakiya bombeyî ya li taxa Firatê li dijî maşîna zirxî de li gorî agahiyê bi dest ketî 5 tîmên taybet ên di hundirê maşînê de bi giranî birîndar bûn.

Di çalakiyeke din de 6 tîmên taybet ên esker û polîsên rejîma Tirk hatin kuştin. Pêr êvarê dema komek esker û polêsên dewleta Tirk xwestin bikevin maleke li taxa Firatê teqîneke mezin rû da. Di encama teqînê de gelek tîmên taybet ên polês û eskerên dewleta Tirk di bin xirbeyên malê de mabûn. Dewleta Tirk bi fermî ragihand ku yek jê esker 5 jê polês 6 çeteyên wê di vê êrişê de hatine kuştin. Derbarê şerê li Nisêbînê de YPS´ê hçna daxuyanî nedaye. Doh jî li navçeya tevahiya şevê şer qewimî, lê der barê encaman de agahî nehatin bidestxistin.


Çeteyên dewleta Tirk xebatkarê çaredariyê qetil kir

Li navçeyê hêzên dewleta Tirk ên nikarin bikevin nava taxan, êrişî sivîlan dikin. Personelê paqijiyê yê Şaredariya Nisêbînê bavê 4 zarokan Mehmet Pîtek ê 40 salî ku li taxa 8 Mart a şer lê nîne dima, ji bo cixarê bikişîne derket ber derî, lê hingî bi guleyên ji maşîna zirxî hatin reşandin, hat qetilkirin.


Dewleta Tirk êrişî goristanê kir

Hêzên dewleta Tirk ên li hember berxwedana li navçeyê bêzar in, êrişî goristana li taxa Girêmîra ya 10 kîlometre dûrî navenda navçeyê kirin û kêlên gorên gerîlayên HPG'ê şikandin.


Li Şirnexê berxwedan û êriş

Li Şirnexê jî terora dewleta Tirk di roja 21´ê de ye, û artêşa dewleta Tirk bajêr bombe dike. Ji ber bombebarandinê zerar li gelek xanî û cihên dînî bû. Li aliyê din sewqiyata eskerî ya ber bi bajêr ve jî dewam dike.

Li taxa Şehr-î Nûh a ku xendek û bend lê nînin, ji ber êrişa bi tankan agir bi gelek xaniyan ket. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatin wergirtin, gelek xaniyên ku Qursa Quranê ya Şukru Gelîş jî di nav de heye, ji ber vê êrîşa hêzên dewletê şewitîn. Ji ber topbarana pêr de Mizgefta Mezin a li Taxa Îsmetpaşa xera bûbû.

Li aliyê din sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve dewam dike. Duh bi şev konvoyek ji 30 maşînên leşkerî ya ji aliyê Cizîrê hat, berê xwe da 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan. Doh nîvrojê jî li dijî taxên Yenî, Bahçelîevler û Îsmetpaşa topbaran dijwar bû. Li derdora taxên tên bombekirin jî şerên dijwar diqewimin.


Di Geverê de teqinîn  

Li navçeya Colemêrgê Geverê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 23. de ye. Bomberdûmana pêr bi şev li hemberî taxên Cûmhûriyet, Orman û Gungorê zêde bû, doh jî tevahiya rojê dewam kir. Ji ber ku nikarin bikevin taxan çekdarên dewleta Tirk ji 3 rojan û vir ve bi tankên li Fermandariya Tumenê, Tabûra Efeler û li ser rêya Şemzînanê hawan, obus û topan davêjin taxên Cûmhûriyet, Gungor û Ormanê. Wekî din li hin cihan teqînên dijwar rû dan. Li navçeyê çûnûhatina ambûlansan û tevgera hewayî jî doh û pêr dewam kir. 


NAVENDA NÛÇEYAN