Zimanzanê civakî û ji nivîskarên rojnameya me, Mehmet Şerîf Derînce, bi bîr dixe ku di serdema modernîteya kapîtalîst de nasname û ziman bûne yek û “Ji ber vê yekê, hem di pêvajoyên avakirina nasnameyên neteweyî de, hem jî siyaseta reqîbê wê yan asteng jê re tê dîtin, yan jî siyaseta li dijî nasnameyên armanc e bên helandin û tinekirin, esas di ser zimên re tê avakirin.”

Derînce îşaret bi damezrandina Komara Tirk dike û dibêje, dema mirov li belgeyên wê serdemê dinihêre, dibîne ku ziman bi rola unsûrekî damezrêner rabûye.

Derînce armanca hingê ya siyaseta ziman a Tirkiyeyê weke “Tirkî bikin zimanê meydana giştî û ya arizî, înkar û îmhakirina zimanên ji derveyî Tirkî” bi nav dike û dibêje, siyaseta zimên a li Tirkiyeyê hîna lê jî ev e. Piştî tesbîta li hemberî vê siyasetê li cografyayeke fireh bi tenê çend ziman sax filitîn dike, M. Şerîf Deînce wiha dipeyive: “Kurdî tevî hemû siyaset û pêkanînên dewletê jî zimanê herî berxwedêr ê li ser piyan mayî ye. Ji ber vê yekê êrişên li dijî Kurdî îro jî dewam dikin. Ji destpêka salên 2000´î ve ku konjuktureke bi faktorên herêmî û navneteweyî bigewdebûyî ye, hin gavên ku dewlet di biwara Kurdî de diavêje, qutbûna dewletê ji siyasetên xwe yên ziman ên berê nîne, ew pêngaveke ji bo ji nû ve bi destê dewletê kontrolkirina rewşeke êdî înkarkirina wê ne mumkin e.” 

Derînce bi mînaka TRT6´ê nîşan dide ku ew siyaseta dewletê û AKP´ê bi Kurdî dide û pê berxwedana kirî ku Kurdî li ser piyan bimîne neyê dîtin, heta were pûçkirin. Li ser mijarê Derînce bi vê tesbîtê fikrên xwe zelal dike: “Em dikarin behsa siyaseteke dij-Kurdî ya rêxistinkirî bikin ku ji berê ve sereqet hebûye û bi qanûnan hatiye avakirin.”


Kurdî meydan li zimanên din jî vekir

Ji bo siyaseta ziman a dewletê ya li hemberî zimanên ji derveyî Kurdî jî M. Şerîf Derînce dibîje, “Siyaseta sereke ya dewletê li dijî zimanên ji derveyî Kurdî jî xwe disipêre înkar û tinekirinê û bi wan bi gewde dibe. Rûmiya Kapadokyayê, Mlahso û Ubihî êdî bê axaftvan in. Herçî Suryanîkî ye, bi tenê çend hezarek kes pê dipeyivin. Ermenîkiya Rojhilat ku wextekî bi milyonan kes pê dipeyivî, îro bi tenê bûye zimanê çend hezarek mirovên li Stenbolê.”

Li gorî Derînce, têkoşîna ji bo Kurdî, kiriye ku meydanek vebe ji bo ku ev ziman jî êdî xuyatir bibin, werin parastin û bipêşxistin, dîsa jî ji ber siyaseta dewleta Tirk ew bi nemanê re rûbirû ne di nava çend dehsalên li pêşiya me de.

Derînce îşaret bi vê siyaseta zimên a tepisîner dike û wê weke xisleteke serdema modern bi nav dike û dibêje, her siyaseta zextker bi xwe re berxwedanê jî tîne û wiha dewam dike: “Di nava 50 salên dawiyê de di serê mînakên berxwedanên ziman ên herî girîng de tecrûbeya Baskî tê. Spaniya Castilyan a ku xwedî mîrateyeke mêhtinger û hem jî dîktatoryel e, ji bo Baskî di şertên pirr zehmet de, lê serketî têkoşîn birin serî. Îro bi sedhezaran zarokên Baskî, li dibistanên xwe, bi zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad dikarin perwerde bibin.”

Derînce li ser vê meseleyê, îşaret bi wê yekê dike ku desthilatdar di warê jihevfêrbûn û parvekirina tecrûbeyan de ji gelên ji bo zimanên xwe li ber xwe didin û têdikoşin bêhtir xwedî derfet û avantaj in, lewma ji bo wan şert û şirûtên hevparkirina têkoşîna wan zehmettir in.


Stratekî û plansaziya zimên

M. Şerîf Derînce îşaret bi derfetên madî yên dewletan ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya ziman dike û dibêje, “Li hemberî vê siyasetê, ka ew zimanên tine tên hesibandin û  yan jî hewl tê dayîn bên tinekirin, wê li ser piyan xwe bigirin yan na, bi girranî girêdayî bisazîbûna wan e. Ango di vî warî de pêdivî bi saziyên pêşeng heye. Gel, civak û komên ji bo ziman têdikoşin divê xwedî du siyasetên zimên bin, yek jê negatîf û a din jî pozîtîf ku li ser hatiye fikirîn û timî ne nivîskî jî bin hevtemamker bin.”  Li vir Derînce  siyaseta negatîf a zimên weke stratejiyên ji bo ku ev ziman bibin xwedî statuyên qanûnî, ji qedexe û astengiyên qanûnî xwe xislas bikin terîf dike û li hemberî vê polîstîkaya pozîtîf a zimên jî ji bo zêdekirina prestîja zimên û li meydana giştî bêhtir darîçavkirina wî ye.

Derînce bi bîr dixe ku berê Kurdî li Kurdistanê ji bo tevahoya gelan zimanekî têkiliyên aborî û bazarê bû, bi siyasetên dewletê ev meydan berdan û li gundewaran asê ma û heta li wir jî tengav bû û wiha dewam dike: “Lê belê di nava çend dehsalan dawî de têkoşîna civakî dike ku Kurdî meydan û warên ji dest dayî hêdî hêdî bi dest bixe. Li diyasporaya Kurd a nava Tirkiyeyê ev ne wisa jî be hîna, li bajarên Kurdistanê Kurdî êdî zimanekî tê jibîrkirin nîne. Ji bo ku nifşên bê fêrî bên kirin, bîreweriyeke nû hatiye bipêşxistin.” 


Bîreweriyek peyde bûye

Li gorî Derînce, dewra televizyonên Kurdî û figurên siyiasî yên Kurd û saziyên têkoşîna ziman diyarker bûne. Derînce nebûna stratejiyeke siyaseta zimên a siyaseta Kurd ku weke pêkhateyeke heterojen bi nav dike, weke astengiyekê dibîne û mînaka malperên saziyên Kurdan dide û weiha dewam dike: “Malpera HDP’ê bi Tirkî û Ingilîzî dihat amadekirin, Kurdî lê nehatibû zêdekirin. Di malperên van saziyan de niha Kurdî hatibe zêdekirin jî, esas dîtbarîbûn bi Tirkî tê misogerkirin. Ev hemû pîvan in ji bo pratîkkirina bîreweriya zimên. Di vî warî de di malperên tevgera Kurd de ji Kurdî re cihekî mezin bête veqetandin, girîng e.”

Derînce di vî warî de tecrûbeya Welatê Galiyan bi bîr dixe û dibêje, tevgera siyasî ya Kurd dikare ji stratejiya bikaranîna zimên a ji bo vejandina zimanê Galî li meydanên siyasî, civakî û aborî, gelekî fêr bibe.


Du pêvajoyên dijber lê hemwext


Derînce dibêje li ber destê me daneyên mirov dikare xwe bisipêriyê di warê rewşa ziman li bajarên Kurdistanê nîne, dîsa jî muhtemel e ku “du pêvajo bi hev re bi rê ve diçin. Ya yekê, li hin cihan meyleke ber bi dinyaya nirxan a Tirkî lê desthilata heye. Em dibînin ku mirovên navsere bi hev re Kurdî dipeyivin bi ciwan û zarokan re bi Tirkî dipeyivin. Li aliyê din li heman cihan hin kesên din bi israr û bîrewer li tevahiya meydanên giştî hewl didin bi Kurdî bipeyivin. Ev helwêst parçeyek ji kodên çandî û civakî ye bi ser de jî dema siyasîbûn û bîreweriya neteweyî temam dibe, hingê girîngiya Kurdî ji ya zimanekî di jiyana rojane de tê bikaranîn û wê de diçe. Mirov dikare vê pêvajoyê weke modernbûna neteweyî jî şîrove bike.” Bi her halî, Derînce lê mikur tê ku modernbûna mêhtingeriyê li dijî vê modernbûna neteweyî çend gavan li pêş e.  Derînce dibêje, ji ber ku hat tecrûbekirin ku dema zarok dev ji Kurdî berdidin û tenê bi Tirkî dizanin jî karên baş peyde nakin bi ser de jî tam asîmîle bibin jî cudakeriya li hemberî wan dewam dike û xelk êdî bîrewertir e û hayiltir e li meseleyê û digihîje vê encamê: “Ya avabûnê û esasî ew e ku rêya pêşîgirtina li vê rewşa bidezavajbûnê, ya ku xwe ji modernbûna mêhtingeriyê xwedî dike, têkoşîneke civakî ya xwedî plansaziya negatîf û pozîtîf a zimên e.” 


Siyaseta dewletê ya Zazakî

Şerîf Derince li ser siyaseta ziman a beramberî Kurmancî û Kirmanckî jî wiha bersi da me:

Dsthilatdar bi hêr rê û rêlbazê hewl didin têkoşînên li dijî desthilata xwe pûç bikin yan jî wan tengav bikin. Herçî Kirmanckî ye jî helwêsteke dewletê ya bi vî rengî heye. Dewlet her cara ku keysa xwe lê bîne wê hewl bide ku vê mijarê zelûl bike. Ya esas ew e ku kurd di nava xwe de siyaseteke hevgirtî bi pêş bixin. Dema mirov li hin minaqeşeyan dinihêre, li hemberî teza dewletê ya dibêje “Zazakî zimanekî cihê ye”, hin KUrmanc jî dibêjin, “na” û dikevin xefkê. Bi ya min divê bêt redkirin ku minaqeşe bi vî rengî bêt kirin. Li ser rewşa Kirmanckî kirdeyê esasî Kirmanc/Zaza bi xwe ne. Herçî sinifandina zimanan e, rêbazeke xas a zimanzaniyê ya pozîtîvîst heye. Ev rêbaz li peywenda dîrokî û çandî nanihêre û zimên ji avahiyan pêkhatî dihesibîne. Em ne mcbûr in vê rêbazê qebûl bikin.

Ya din jî cudakirina ziman û zaravayan bi temamî minaqeşeyeke siyasî ye. Ya ku wê têkiliya Kirmanckî û Kurmancî diyar bike wê bibe statuya van herduyan ya siberojê.

Mînak, Kurd bûn xwedî statu û Kurmancî kirin zimanê fermî yê yekane, hingê ji bo Kirmanckî wê pêvajoyeke ji hev qutbûnê ya bi rastê wê destpê bike. Lê heger bibin xwedî statuyeke wekhev, û siyaset û pratîkên guncaw ên li gorî vê hatin tetbîqkirin, ne jihevqutbûn lê hevparî wê dewam bike.

Li aliyê din ez mijara Kurmancî û Kirmanckiyê ji bo Kurdan weke pencereyeke fersendê dinirxînim. Kurd divê di mijara Kurmancî û Kirmanckî de hem di warê gotar û hem di warê pratîkê de bêyî ku cih ji minaqeşeyê re bihêle bibin xwedî helwêsteke wekhevîparêz û pirrrengîparêz. Helwêsteke bi vî rengî hem vê tecrûbeyê ji bo Kurdan vediguherîne firsendeke dewlemendker û demokratîkker û hem jî ji bo gelek gelên dinyayê wê veguherîne referanseke serketî.


Li ser Qeyûman hizrên Derînce

Yek ji şaredariyên ku pêşî qeyûm lê hat wezîfedarkirin, Giyadînê, ji karên pêşî yê qeyûm e ku tabelaya Kurdî Tirkî a şaredariyê bide rakirin. Piştre li tevahiya şaredariyên qeyûm li wan hatin wezîfedarkirin, mekanên ku Kurdî li wan bêhtir dihat bikaranîn ên mîna navendên çand û huner hatin girtin yan jî xebatkarên wan hatin tasfiyekirin. Herçî li şaredariya bajarê mezin a Amedê ye, li dijî Kurdî şer hat ragihandin. Projeyên şaredariyê yên ji bo ziman hatin rawestandin. tevahiya kadroya Şanoya bajêr a bi Kurmancî û Kirmanckî şano dikir, ji kar hat avêtin û ev saziya herî girîng a şanoyê bû li seranserê Kurdistanê, Daîreya Çand û Huner hat felckirin. Divê em behsa projeya zarokîstanê jî bikin. Li Zarokîstanan zarokîn 2-6 salî bi bernameyeke pirrzimanî a xwe disipart zimanê dayikê dihat tetbîqkirin û di nava demeke kurt de hat fêmkirin ka ev bersivê didin pêdiviyeke çiqasî mezin. Lê belê xebatkarên Zarokîstanan roja zimanê dayikê a cihanî ango 21´ê Sibatê weke ku henekê xwe bi wan bikin ji kar hatin avêtin. Di serî de Amed xuyabûna Kurdî bi xêra şaredariyan li bajarên Kurd zêde bûbû. Niha li her deverî alên Tirkan û bilboardên bi Tirkî hene.

Bi ya min têkoşîna siyasî û civakî ya Kurdan ev siyaset pûç kiriye. Lê ev aqlê dewletê ye, dev ji ya xwe bernade. Her cara ku keys lê anî, wê hewl bide wê siyaseta li cem kadroyên wê heye, bi cih bîne. Kurdî demên ji vê gelekî zehmettir jî li pey xwe hiştin, hîç gumana min nîne, ew ê vê jî li pey xwe bihêle. Hêvîdar im ku vegera Kurdî bi stratejiyeke berfireh a ziman bibe.


 NAVENDA NÛÇEYAN