Parlamentera Kurd a Êzidî Viyan Daxil di Parlamentoya Iraqê de bi girî hawara xwe wiha dianî zimên: “Xwişk û birayên min, Êzidî 72 caran bi qirkirinê re rû bi rû mane û di sedsala 21. de jî tê xwestin ku ev bawerî ji holê bê rakirin. Em têne kuştin. Ez bi navê mirovahiyê bang li we dikim; alikariyê bikin!” Şerê li Şengalê û ev qêrîn, komkujiyên di dîrokê de li dijî Kurdan hatine kirin giştan jinûve tîne bîra mirov: Komkujiyên li dijî Êzîdiyan û yên li Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Helepçe û Enfalê giştan...
Lê her ku metirsî zêde be û rewşa xelkê me yê Êzidî yên ku xwe spartine Çiyayê Şengalê êş û janê bixe dilan jî; vê carê hestên Kurdistanî zindî ne, şervanên Kurdistanî li ser pê ne û siyasetên Kurdistanî bi hêz in...
Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAÎŞ) vê carê jî Başûrê Kurdistanê xiste hedefa xwe. Bajarokên li rojava û bakurê Mûsilê Şengal, Zûmar û Rebîa xiste bin kontrola xwe û li rojavayê Mûsilê nêzikî Maxmûrê jî êrîşên xwe zêde kir. Li hember êrîşên DAÎŞ’ê di destpêkê de pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) ji van bajarokan derketin û herêm ji DAÎŞ’ê re hiştin. Paşê bi mudaxeleya gerîlayên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) re DAÎŞ ji Rebîayê hat derxistin. Him gerîlayên YPG’ê him jî yên Hêzên Parastina Gel (HPG) bona parastina dehhezaran Kurdên Êzidî yên ku ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê xwe spartin Çiyayê Şengalê, xwe gîhandin herêmê. Bi firehkirina eniya şer ji hêla DAÎŞ’ê re li derdora Mûsil û Maxmûrê tevahiha partiyên Kurdistanî hêzên xwe yên leşkerî kirin yek û bi navê ‘Hêzên Parastina Kurdistanê’ bona rizgariya axa welêt ketin nava berxwedanê...
Ev pêşketin wê bandorê him li siyaseta Kurdistanî him jî li ya navdewletî bike. Rengê helwesta hêzên Kurdistanî jî wê bandorê li ser siberoja Kurdan giştan bike. Daxuyaniyên nûnerên Koma Civakên Kurdistan (KCK) û kantonên Rojava yên ku tê de ji bo yekîtiya neteweyî û parastina destketiyên neteweyî û axa Kurdistanê banga hevkariya hêzên leşkerî tê kirin, hêviyê xurt bike jî bêdengiya hêzên Başûrî, bi taybetî jî ya PDK’ê, metirsiyê jî zindî dihêle.
YPG’ê bi vê mudaxeleyê rolê xwe yî Kurdistanî îspat kir. Bi cihbûna gerîlayên HPG’ê li Çiyayê Şengalê û li navçeyên din ên Başûr re sînorên psîkolojîk ên parçeperestiyê ji holê rabûn. Cara yekê ye; bahsa berxwedaneke hevpar a hemû hêzên Kurdistanî tê kirin. Têkildarî vê yekê pêşketina diyaloga di nava KCK, PDK, Yekîtî, PYD û Goran’ê ji bo helwesteke neteweyî nîşaneya xêrê ye û bona kombûna Kongreya Neteweyî şert û mercan ji her demê xurttir dike. Polîtîkayên neteweyî ji îro şûnde wê hên zêdetir bibin rojev û belkî jî bahsa avakirina arteşeke neteweyî jî were rojevê.
Bona vê yekê; beriya her tiştî pêşxistina zimanekî neteweyî, helwestên neteweyî û bêdudilî li hember neyarên Kurd û Kurdistanê têkoşîn û berxwedan divê. Ne tenê ji bo berjewendiyên malbatî an jî parçeyî, bona berjewendiyên tevahiya Kurdistaniyan polîtîka meşandin divê.
Bi êrîşên DAÎŞ’ê re careke din aşkere bû ku Kurdistan ne tenê bi bîrên petrolê pêk tê. Ji ber vê yekê jî tenê li ser bîrên petrolê polîtîkapêşxistin ne helwesteke neteweyî û Kurdistanî ye. Ji bo hêzên Başûrî, bi taybetî jî bo PDK’ê, bi bazartiya bi hêzên serdest ya li ser bîrên petrolê re qurbanîkirina xelkê Şengal, Maxmûr û Rojava wê bibe şaşitiyeke mezin û ev ê pêşiyê ji jidestçûna destketiyên Başûr re jî veke! Hêrsa Kurdekî Şengalî ya li hember vekişîna pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê ya wek “ma Şengal ne Kurdistan e? Şengalî ne Kurd in?” divê wek bangeke li hêzên Başûrî re ku bi hestên Kurdistanî hewlbidin, were dîtin.
Kurdistan ne tenê bîrên petrolê ye. Şert û mercên dîrokî yên Kurdistanî divê li bazara serdestan nebe qurbaniya lîstikên qilêr û bêxêr. Helwesta Kurdistanî, xwedîderketina Kobanê, Şengal, Maxmûr, Kerkûk, Sine û Amedê bi hev re û xwedîderketina tevahiya hêjahî û hebûnên Kurdewarî û Kurdistanî ye!..