Li Başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Piştî çalakiya mertalên zindî ya ciwanan ku ev 6 roj in li Binarê Qendîlê dewam dike doh komek jinan berê xwe dan herêma Bradostê. Jinên ku di bin navê “Koma Jinan a Dijî dagirkeriyê” de yên Silêmanî, Germiyan, Şarezor, Kerkuk û Raperîn hatin cem hev û berê xwe dan herêma Bradostê ku êrişên dewlet Tirk li ser zêde bûne.
Koma jinan ku di nava wan de dayîkên şehîdan, akademîsyen û aktivîst jî hene, destpêkê çûn gundên Mêrge Reş û Geliyê Şêx Zade. Şandeya jinan li herdu gundan destpêkê çû serdana malbatên ku di êrişên dewleta Tirk de endamên wan birîndar bûne. Her wiha jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk zanyarî girtin.
Di serdanê de hat gotin, zextên asayîşa PDK’ê û îstîxbarata Tirk MÎT’ê yên li ser gundiyan gelekî zêde ne. Li gorî zanyariyên ku endamên şandeya jinan dane, gelê herêmê li dijî êrişan gelekî bi hêrs e, lê ji ber zextên zêde yên asayîşa PDK’ê û MÎT’a Tirk nikarin tevbigerin û hêrsa xwe vebêjin. Endamên şandeyê diyar kirin ku gundiyan bang li saziyên mafê mirovan, partiyên siyasî û rêxistinên navnetewî kirine ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin, guh bidin daxwazên wan.
Piştî serdanan koma jinan çû gundê Geliyê Şêx Zade yê girêdayî navçeya Sidekan û li wir meşek li dar xist. Jin piştre jî derbasî gundê Mêrgereş bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê koma jinan Mamoste Wijdan Nuredîn daxuyanî xwend û got: ”Dewleta Tirk ev zêdetîrî 100 sal in dijminahiya gelê Kurd dike, dixwaze dagirkieriya xwe li ser Kurdistanê bide qebûlkirin. Niha jî êrişên dagirkeriyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Lazime tevahî jinên Başûrê Kurdistanê, bi taybet jinên parlamenter, jinên siyasetmedar, xelkê Herêma Biradost, kesayetên niştimanperwer bi çalakiyên medenî û demokratîk nerazîbûna xwe li dijî van êrişan nîşan bidin. Bêdengî, zilm û kuştinê qebûl nekin, weke gelê Şêladizê serî hildin.”
Bi canbexşane rabe ser piyan
Bavê Şehîd Harûn Reşîd Palewan jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Dewleta Tirk ji dîrokê ve dijminahiyê dike. Dîroka wan ji talan û dagirkirina tevahî Kurdistanê pêk hatiye. Pêwîst e ku gelê Kurd vê dagirkeriyê qebûl neke, bi canbexşane rabe ser piyan û li dijî dagirkeriya dewleta Tik helwesta xwe nîşan bide.”
Divê riyek a çareseriyê were dîtin
Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm jî got: “Tişta ku rû dide dagirkeriye. Serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê tê binpêkirin. Qurbaniyên êrişên dewleta Tirk welatiyên sivîl in. Xelkê herêmê ziyanê dibîne û jiyana wan di bin metirsiyê de ye. Divê demildest riyek a çareseriyê ji bo vê pirsgirêkê were dîtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN